Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Heyva Sor û Meclîsa Tenduristiyê ya Bilbilê bê navber welatiyan derman dikin

NÛREDÎN UMER

EFRÎN – Meclîsa Tenduristiyê ya Herêma Bilbilê û bi alîkariya Heyva Sor a Kurd 21 sivîlên ku di êrîşa Arêtşa Tirk û çeteyên wê de birîndar bûn, derman kirin, her wiha 2 hezar û 300 welatiyên nexweş derman kirin.

Meclîsa Tenduristî ya navçeya Bilbilê û bi alîkariya Heyva Sor a Kurd bi destpêkirina êrîşa dewleta Tirk a li ser herêma Efrînê 2 noqteyên tenduristiyê li navçeyê vekirin. Herdû noqte ji bo rewşên awerte û dermankirina welatiyên navçeyê hatin vekirin.

Hevseroka Meclîsa Tenduristî ya navçeya Bilbilê Mecdolîn Zeyno derbarê xebatên herdû noqteyan de wiha got: “Di encama topbaran û bombebarana Artêşa Tirk a li ser navçeya Bilbilê û gundên wê hemû dermanxane û noqteyên tenduristî hatin girtin. Lewama me bi alîkariya Heyva Sor 2 noqteyên taybet vekirin.”

Mecdolîn Zeyno, her wiha da zanîn ku heta niha di herdû noqteyan de wan 25 welatiyên ku ji ber êrîşên Artêşa Tirk û çeteyên wê birîndar bûne, derman kirine û ev tişt anî ziman: “Di herdû noqteyan de ji 25 welatiyan jiyana 21  hate rizgarkirin, ema 4 ji wan şehîd bûn.”

Mecdolîn, her wiha destnîşan kir ku meclîsa wan û Heyva Sor a Kurd heta niha di herdû noqteyan de 2 hezar û 300 welatiyên anvçeyê yên nexweş jî derman kirine û wiha pê de çû: “Me gelek rewşên xeniqandin û bînçikandinê ji ber dumana topên ArtêşaTirk bi welatian re çêbû. Piraniya kesên zirar dîtine jî zarok bûn.”

Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê ya navçeya Bilbilê Mecdolîn Zeyno di dawiya axaftina xwe de jî bang li hemû rêxistinên mirovahî kir ku dermanan û alîkariyên tenduristî ji wan re pêşkêş bikin.

(dc)

ANHA