Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hêza HPC`ê mezin dibe

GIRKÊ LEGÊ – 40 endam, piştî ku dewreya xwe ya perwerdeyê ya bi navê Şehîd Sîd bi dawî kirin, li Çilaxa tevlî Hêzên Parastina Civakî (HPC) bûn.GIRKE_DAWIYE_DEWRE_HPC (1)

HPC`ê li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo ya herêma Cizîrê, dewreya perwerdeyê bi tevlîbûna 40 endamî ku 8 ji wan jin in, vekir. Dewreya ku 9 rojan dewam kir, endaman waneyên leşkerî û birdozî dîtin.

Merasîma dawîbûna perwerdeyê, bi amadebûna şervanên YPG/YPJ û bi dehan şêniyên navçeya Çilaxa, pêk hat.

Merasîm bi torana leşkerî ji aliyê endamên ku tevlî HPC`ê bûn, hate destpêkirin. Paşê, ji rêveberên HPC`ê yên Girkê Legê Newaf Îbrahîm axivî û bal kişand ser giriniya parastina rewa û destkeftiyên şoreşa Rojava û Bakurê Sûriyê.

Merasîm bi gerandina govendê bi dawî bû.

(kc)

ANHA