Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hezar û 200 kartên hilbijartinan li gundên Kefer Nasih hatin belavkirin

ŞEHBA –Komseriya Bilind a hilbijartinan  hezar û 200 kartên hilbijartinan li welatiyên gundê Kefer Nasih a girêdayî navçeya Ehres a Kantona Şehbayê ya herêma Efrînê belav kir.

Piştî amadekariyên kartên hilbijartinan bi dawî bû, Komseriya Bilind a hilbijartinan li hemû herêman dest bi belavkirina kartên hilbijartinan kirin, welatiyên gundê Kefir Nasih li komîna gund kom bûn û hezar û 200 kart belav kirin.

Komseriyê her wiha li navçeyên Ehres, Fafîn û Til Rifetjî dest bi belavkirina kartan kir.

Li gorî hevserokatiya Komseriya Bilind a hilbijartinan diyar kirin 85 hezar kartên hilbijartinan hatine amadekirin ku li ser welatiyên Kantona Şehbayê dê werin belavkirin.

(jo)

ANHA