Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hezar û 200 koçberên Îraqê vegeriyan warê xwe

HESEKÊ – Rêveberiya Kampa Holê yekem beşê koçberên Îraqê yên dixwestin vegerin malên xwe ji kampê derxist. Rêveberiyên Kampê destnîşan kirin ku ew amadekariyê dikin ku beşin din jî derbixin.

Rêveberiya Kampa Holê li ser daxwaza koçberên Îranê yên ji ber şerê li herêma Mûsilê malên xwe terik kiribûn,dest bi vegera koçberan kir. Yekem beşê koçberan ku ji hezar û 200 kesî dihatin vegerandin warên wan.

Rêveberiya Kampê alavên veguhestinê ji koçberan re peyda kir. Rêveberan destnîşan kirin ku ew ê alîkariya koçberan bikin ku vegerin warên xwe.

(dc)

ANHA

HSK-1200-KOCBER-VEGERYAN-IRAQI (1) HSK-1200-KOCBER-VEGERYAN-IRAQI (2)