Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hêzên dagirker avê weke amurekî şer bikar tînin-1

DOSYA

Astengkirina herikîna avê

PÊJDER ALTAN

REQA – Hêzên dagirker bi taybetî dewleta Tirk û DAIŞ`ê bi çêkirina bendavan a li ser çemên Firatê û Dîcleyê, weke amûrên çekên şer li ser civakê û hêzên dijber bikar tînin.

Şerê dewlet û hêzên navneteweyî û heremî ya li ser Rojhilata Navîn ku ev 6 salin di kesayeta Sûriyê de pêk tê, ji bilî bidestxistina petrol û xazê ewqas jî şerê avê jî tê kirin. Lewra bi taybetî ji salên 1980’an û vir ve bi çêkirina bi dehan bendav û santralên hîdroelektrîk ên li ser çemên Firat û Dîcleyê, hêzên dagirker bi taybetî dewleta Tirk vana weke amûrên çekên şer tehdîdên herî mezin li pêşberê hev dikin.

Piştî ku Bendava Firatê (Bendava Tebqa) ji hêla QSD’ê ve hat rizgarkirin û Cenga Mezin a Reqayê dest pê kir, dewleta Tirk ji ber girtina qapaxên Bendava Ataturkê, ava Firatê kêm bû. Ev yek jî  tê di çarçoveya piştgiriyê bide DAIŞ’ê tê nirxandin. Ya herî girîng jî bi avakirina DAIŞ’ê ku di herêma navbêra Çemê Firat û Dîcleyê ku weke “Hîlala Zêrîn” jî tê pênasekirin dan bicihkirin, ji hêla dewletên navneteweyî ve weke sedema mudaxelekirina heremê bikar tînin.

Lê di bin hewildana avakirina “Dewletekî Îslam” ku li Sûriyê û Iraqê çima û çawa şerekî avê heye ku sedema wê yê vedike gelek tiştên din jî hene. Bi armanca kontrola heremê, dijberên xwe bixe rewşa zehmet û di bin hakimiyetê de hiştin şebekeyên avê, bi taybetî noqteyên stratejîk ên weke jiyana li heremê ya bi qanalên avê ve girêdayî ne, hem ji hêla hêzên navneteweyî û hem jî heremî ve her tim hedef tên girtin. Rewşa mirovên li van herêman dijîn zehmetir dike.

Çavên her kesî ku li ser pêngava rizgarkirina bajarê Reqayê ku armanca jiyana mirovan ji destê çeteyên DAIŞ’ê werê rizgarkirin, lêkolînkirina polîtîkaya DAIŞ û ji hêla hêzên navneteweyî ve hatî avakirin a di ser şerê avê de dimeşîne wê feyda xwe hebe.

 Vekirina qapaxan…

Çeteyên DAIŞ’ê kontrola hîdrolojîkê di sala 2013’an de bi dagirkirina Bendava Tebqayê ya ku bendava hîdroelektrîka herî mezin a Sûriyê ye re destpê kir. Ji hêla hêzên Beşar Esad ve, ji ber ferza ceyranê ya di bin kontrola muxalifan de bû, ji bo berê gelê heremê bizivrîne dijî serhildanê bi awayek sîstematîk asteng dikir. Bendava Tebqayê berî 40 salan bi alîkariya Rûsyayê, bi gotina Sûriye di hilberîna enerjiyê de têra xwe dike re hatibû avakirin. Li pişt vê bendavî, Gola Esad heye ku bi taybetî ji sed hezaran mirovên herêma Helebê re ava vexwarinê û avdaniya ji bo cotkaran re dibe çavkanî. DAIŞ`ê piştî bendavê girt, bi awayek hevsengî ceyranê kêm berda lê ji bo ava gola Esad kêm bibe jî hemû qapaxên qenalên avê vekir. Bi vê awayî nêzî 6 metra ava golê kêm bû. Ji ber vê yekê li herêma Helebê bû sedema qûtbûna avê û jixwe jiyana ku çetin bû, zehmetir bû.

Şerê li ser ava çemên Firat û Dîcleyê ne nû ye. Dîcle û Firat, ji bo avdaniya asta bilind de çemên yekemîn yên dihatin bikaranîn û di herêma wek ‘Hîlala bi bereket’ tê zanîn de cih digirtin. Di dîrokekê ya di navbêra Berî Zayînê (BZ) 1720 û 1684’an de, neviyê Hamûrabî Abî-Esû bi armanca îlankirina serxwebûna Babîlê Çemê Dîcleyê-bi kişandina sedê re wek çekekî leşkerî bikar anî. Çemê Firatê jî bi salên B.Z. 2400’an de bi armancên leşkerî dihatin bikaranîn. Tê zanîn ku di şerên di navbêra Umma û Girsû ku dewletên bajêr ên Sûmerê bûn de qralê Umma bi awayek sîstematîk ava qanalên bajarê Girsû ku li binê çemê Firatê diket asteng dikir.

Dîcle û Firat, xwedî taybetmendiyên çemên herî mezin û herî dirêj ên Rojhilata Navîn in. Çemê Firat çavkaniyên xwe yên sereke ji çemê Mûrad a Agirî û Avareş a Erzerûmê digre. Çemê Dîcle jî ji çiyayên Rojhilat ango herêma Serhadê û Gola Hazarê ya nêzî Elezîzê digire. Çemê Firatê, di Rojava, Sûriye û seranserê Iraqê de digihije Kendava Besrayê. Çemê Dîcle jî ji Başûrê Kurdistanê diherike, ritamên Mezopotamyayê ya li başûrê Iraqê dikeve bi çemê Firatê re digihîjin hev.

Di ser herîkîna Firat-Dîcle de herî kêm 46 bendav hene, 8 bendav jî di asta plansazî û înşeatê de ne. Ev bendavan bûne amûrên kontrolkirina jeopolîtîk ên heremê.

Ji aliyekî ve wek çalakiya leşkerî bi vekirina qepaxên qenalên avê be, duyemîn çalakiya leşkerî jî girtina qepaxan derdikeve pêşiya me. Di sala 1974’an de hikumeta Iraqê, bi hinceta herîkîna çemê Firatê ya li ser welatê wan tê kêmkirin ya Sûriyê bi bombekirina Bendava Tebqayê tehdît kir. Lê Tirkiye, di sala 1983’an de dest bi avakirina Bendava Ataturk û Santrala Hîdroelektrîkê kir û vê bendavî di sala 1992’an de dest bi xebitandinê kir. Bi vê yekê re bû hêza herî mezin ku çavkaniyên avê yên heremê kontrol dike ye. Di sala 1990’an de Sûriye û Iraq, Bendava Ataturk û Santrala Hîdroelektrîkê di destê Tirkiyê de wek e çekek leşkerî dît û înşeatê şermezar kir: Ji ber ku girtina qapaxên van bendavan ji bo van welatan dihat wateya bêaviyê. Di nîvê salên 1990’an de Serok Komarê Tirkiyê ya demê Turgut Ozal ji bo Sûriye piştgiriya xwe ji Tevgera Azadiyê vekişîne bi armanca rejîma Sûriyê bixe zorê, tehdîta wê herîkîna ava li ser sûriyê bi sînor bike kir. Ev tehdît jî van protestoyan piştrast dikir.

Sibe: Tirkiyê ava Firatê li ser Bakurê Sûriyê qut kir

ANHA