Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hêzên dagirker avê weke amurekî şer bikar tînin-2

Tirkiyê ava Firatê li ser Bakurê Sûriyê qut kir

PÊJDER ALTAN

REQA – Piştî bendava Tebqayê ji aliyê QSD`ê ve hat rizgarkirin û hemleya rizgarkirina bajarê Reqayê destpê kir, dewleta Tirk a dagirker  ji bo piştgirî bide çeteyên DAIŞ`ê qapaxên bendava Ataturkê girt û ava Firatê kêm kir.

Di meha nîsanê sala 2014’an de DAIŞ, diyar kir ku girtina ava Bendava Ataturk herîkîna avê ya li ser Sûriyê asteng dike û berpirsiyarê kêmbûna asta ava Gola Esad e. Çavkaniyên Al Jazeera ragihandin ku ev îdea rast nînin, beravajê wê herîkîna avê ya ji Tirkiyê ber bi Sûriyê ve zêdetir bûye. Lê DAIŞ vê vegotinî ji bo tehdîda “Eger pêwîst bike em dê Stenbolê rizgar bikin” bikar anî. Tirkiye, DAIŞ û rejîma Esed ku şerê avê dimeşandin, li Sûriyê û Iraqê bi milyonan mirov ji ber asta avê kêm bibû di rewşeke xirab de ne. Ev rewş, ji cotmeha sala 2013’an ve kêmbûna rêjeya avê ya ji sedî 50-80 ji ber şerên hêzan a li heremê ye. Li nêzî sînorê Rojava û bakurê Kurdistan, eger bi temamî Bendava Ilisû û Santrala Hîdroelektrîkê ya li ser Çemê Dîcle bi dawî bibe, li bendê ye ku gengeşiya heremê zêdetir bibe. Projeya Anatoliya Rojhilatê başur (GAP) ku hewil dide li ser Firat-Dîcleyê 22 bendav û 19 santralên hîdroelektrîkê çêdike û Bendava İlisû û santrala hîdroelektrîk jî yek ji wan e, wê bibe xwedî 1.200 MW be. Ev bendav, navçeya dîrokî Heskîfê jî di nav de 52 gund û 15 qesaba di bin avê de dimîne û bi deh hezaran mirov wê bên koçberkirin. Ji projeya GAP Banqeya Cihanê, şîrketa Îngilîz Balfour Beatty, Şîrketa Îtalî Impreglîo û jibilî fonên navneteweyî yên din kişandibûn Avûstûrya, Almanya û Swêstre qrêdiyên xwe yên bazirganiyê ji projeyê kişandin.

Ligel vê yekê, GAP hêj jî bi fînansmana ji banqeyên di Tirkiyê de didom e. Ji Bendava Ilisû û bendav û santralên hîdroelektrîkê yên di çerçoveya projeyê de yê herî giran Iraq û Sûriye bandor bibin. Li gor texmînan di encama faliyetên bendavan û guherîna îklîmê (avuhewa) re heta sala 2040’an ava çemên Firat û Dîcle ji bo bigihijin behrê wê herîkîna avê nemîne.

DYA di encamê de li Iraqê çekekî îmhakirina girseyê dît

Bendava Tebqayê, ne tenê bendavekî ku ji hêla DAIŞ’ê ve dixwazin bixin bin qontrola xwe. Di meha îlonê ya 2014’an de DAIŞ xwest Bendava Hadîtha ku duyemîn bendava herî mezin a Iraqê ye dagir bike. Hêzên Iraqê, bi alîkariya hêzên hewayî ya Dewletên Yekîtiya Amerîkayê (DYA) ya DAIŞ’ê ji herêmê dûr xist û qontrola bendavê bi dest xist. Bendava Hadîtha, 120 km dikeve rojava-bakurê Bexdayê. Êrîşeke li ser vê bendavê rîska afetê ya li heremê wê asteke bilind zêde bike. Bidestxistina Bendava Hadîtha herîkîna avê ya li ser başurê Kurdistanê de jî herêmeke mezin qontrol bike. Di mehên çile û nîsanê de DAIŞ dîsa Bendava Fellûce ya Iraqê qontrolê bidest xist.

Qepaxên bendavê girt û kir ku li herêmên jora bendavê av di ser de avêt û herêmên binê bendavê jî herîkîna avê kêm kir. Ji bo hêzên girêdayî hikumeta Iraqê xwe paşde vekişînin û dorpêça ser xwe rabike DAIŞ qada nêzî bajarê Felûceyê di bin av de hişt û bû sedema nêzî 40 hezar mirov koçber bibin. Bi vê yekê re herîkîna avê ya heremên din û enerjiya welat qût bû.

Di 7’ê tebaxê sala 2014’an de DAIŞ, Bendava Misûl ku xwedî quweta 1 GW te û santrala enerjiyê dagir kir. Ev rewş di Bexdayê, Kuweyt û Amerîkayê bû sedema panîkê. Sedema vê tirsê ew e ku ev bendav bandoreke girîng li ser çavkaniyên avê yên li heremê dike ye. Bendava Misûl ku bendava herî mezin a Iraqê ye û santrala enerjiyê qontrol dike, piraniya çavkaniyên enerjî û ava hemû welatê dixe bin qontrola xwe.

Bendava Misûlê, aliyê jorê bajarê Misûlê dikeve. Dirêjiya bendavê 3,6 km û qapasîteya hilberînê ya rojane 320 MW.te û wek e Bendava Seddam jî tê zanîn. Avakirina bendavê di sala 1980’an de di dema şerê Îran-Iraqê de ji bo rejîmê bi hêz bike, bi yekîtiya bazirganiyê ya Alman-Îtalyan a ku pêşengtiya şîrketa bi navê Hochtîef Aktîengesellschaft de destpê kir û bû sedem ku gelek qadên arkeolojîk di bin avê de bimîne. Dîsa, bendav bi kevirê cils (alçi) ku di avê de bi hêsanî ji hev vedibe hate avakirin. Ji ber vê yekê ji bo qewîbûna bendavê her tim temelê bendavê bê tije kirin. Bendav, ji ber şaşitiya muhendiziyê ‘di cîhanê de bendava herî xetere’ hat dîtin. Bê guman ev, berî ku bikeve destê rêxistina terorî ya di cîhanê de ku herî tehluke’ ye. Bendava ku herîkîna ava çemê Dîcleyê asteng dike, 12 milyar metre kup av digire, di rewşekî bê îmhakirin an jî hilweşandin dibe ku her du bajar di bin avê de bimînin û bi milyonan mirov bimirin. Eger hawiz tam tije be û bendav hilweşe wê bigihije Misûl ku nêzî 1,7 milyon nifûsiye û wek e tsûnamiyekî 20 metre bilind bibe.

Di meha tebaxê ya 2014’an de, Bendava Misûlê bû baregehekî navendî ya şer. Piştî DAIŞ kontrola bendavê bidest xist ceyrana gundên li bakurê Iraqê ku piştgiriyê nedidan DAIŞ’ê qût kir. Bi windakirina vê çeka leşkerî, ji bo DYA’yê bû sedemek ku piştgiriyê bide hêzên Iraqê û başurê Kurdistanê yê dixwestin jinûve kontrola bendavê bidest bixin. Di çiyayê Şengalê de ji hêla gerîlayên HPG’ê ve rizgarkirina Êzîdiyan di ragihandinê de berfireh cih girt, lê sedema DYA ji sala 2011’an û vir ve cara yekemîn axa Iraqê bombekirin ew bû ku DAIŞ Bendava Misûlê dagir kiribû. Piştî bi rojan mewziyên DAIŞ’ê dihatin bombebaran kirin pêşmergeyan qontrola bendavê xistin destê xwe.

Fitrata bendavan!

Di şeran de girîngiya binesaziya avê û ev avakirin bi kîjan armancan wê bên bikaranîn, derdixe holê ku faliyetên rêvebirina avê bi awayek cidî divê jinûve bê nirxandin. Bendavên mezin di rêjeyek bilind de bi riya amûrên wek e Banqeya Cîhanê, banqeyên razemenî yên netewî û navneteweyî, fonên teqawitbûnê û Mekanîzmeya Pêşxistina Paqijî (Clean Development Mechanîsm) tên fînanse kirin. Ev bendavan dibin sedema koçberkirina hejmarek mezin a nifûsa cihwaran, xirakirina ekolojiyê, hemû çavkaniyên debarkirina niştecihên heremê û dema mirov hilberîna ceyranê digire berçavan jî bi giştî bi performansekî pir kêm, heta pir binê hatibû plankirin tên şixûlandin û barê deyinê welatan girantir dike. Her wiha nexasim dema qrîzên ekolojîk, bandora guherîna îklîmê, hişkayî jî serî zêde dibe, dibe sedema pêvçûnên ku li ser mafên avê ya navneteweyî tê kirin zêdetir dibe. Polîtîkayên dewletên Îslamê, di qerexa Firat-Dîcle de îhtîlafên avê yên herî çetîn a di cîhanê de, pir ecêb nayê. Ji van îhtîlafan yekê din jî, Etiyopya û Misirê jî ji ber avakirina Gîbe 3 û Ronesansa Mezin a ku wek e binesaziya avê ya herî bilind di Afrîkayê de ye, hatine ber şerekî pir mezin. Av, li van herêman çavkaniya herî stratejîk û di cîhana me de ‘Quluba Heyran a Bendavên Mezin’ ku tiştên li Sûriye û Iraqê dijîn hildide dîqatê û dema hilweşandin were nefreta çêbûye wê berê van çekên îmhaya girseyan bide wan kesan û her çiqas biçe wê şer mezintir bibe.

DAIŞ ligel hemû bereket û erdê berfireh çandiniya gel asteng dike

Çeteyên DAIŞ’ê ku jibilî rafîne û bîrên petrolê û xazê yên li Musul û rojhilatê Sûriyê, her wiha bi dagirkirina cihwarên dora çemên Firat û Dîcleyê jî çandiniya civakê asteng dike. DAIŞ destpêkê bendav û santralên hîdroelektrîkan a li heremên Musil, Reqayê û Minbicê dagir kir û vana bi tehdîdên wek e teqandin, girtin û vekirina qapaxan, hişkayî û xistina bin avê wek e amurekî çeka şer a herî bi bandor li ser gel pêk tanî. Hemwelatiyên ku erdê li derdora bi dehan kîlometreyan qanalên avê çandiniyê dikin, ji ber zextên çeteyan nikaribûn  çandiniyê bikin û berhemên (mewsim) xwe hildin. Welatiyên ku çandiniyê dikirin jî hat ragihandin ku ji ber bi navê “Zekatê” de nîvê berhemiyên wan (mewsîm) ji wan digirtin nikaribûn sewalkariyê û çandiniyê re eleqadar bibin.

ANHA