Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hêzên Erkaxweparastinê nasnameya şehîdekî xwe eşkere kir

EFRÎN – Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya Hêzên Erkaxweparastinê nasnameya şervanekî Hêzên Erkaxweparastinê  ku li gundê Elqemiye yê girêdayî navçeya Şera ya herêma Efrînê dema bi erka xwe ya leşkerî radibû şehîd bibû, eşkere kir.

Navenda Raghandin û Çapemeniyê ya Hêzên Erkaxweparastinê bi daxuyaniyekê nasnameya şervanekî Hêzên Erkaxweparastinê ku  li Efrînê şehîd bibû, eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya Hêzên Erkaxweparastinê nasnameya şehîd wiha ye:

EFRIN-SECELA-SIHED-H-P-X

Nav û paşnav: Şêxmûs Mustefa

Dayîk:Hûriye

Bav:Ebdulkerîm

Cih û dîroka jidayîkbûnê: Xirbet Silûk-Raco 1997

Dîroka tevlîbûna nava Hêzên Erkaxweparastinê: 01.12.2016

Cih û dîroka şehadetê: Elqemiyê 10.10.2017

(kc)

ANHA