Têkilî | Derheqê me de

Hêzên Ewlehiya Hindirîn navenda xwe li gundê Reqa Semra vekirin

Dîmen

NESRÎN EBDÎ

REQA – Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Reqayê bi awayakî çalak beşdarî hemleyê dibin û navendeke xwe li gundê Reqa Semira yê 3 km dûrî bajarê Reqayê ye, vekirin.REQA-HEZA-PARASTINE-JIBO-EWLEHIYE-AVADIKIN ‫(157614594)‬ ‫‬

Bi destpêkirina hemleya rizgarkirina Reqayê re, gengeşeyên cur be cur li ser sîstema rêvebirina bajêr rû dan. Bi avakirina Meclîsa Sivîl a Reqayê di 18 Nîsanê de, ripûşên sîstema rêveberkirinê berz bû û lingê wê yên bingehîn avakirina Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê bû.

Di hemleyê de, Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi awayekî çalak beşdar bû û yekem navenda xwe li gundê Reqa Semira yê 3 km dûrî bajarê Reqayê ye, vekirin. Endamê Rêveberiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn Mihemed Deham Selîmo da zanîn ku wan navenda xwe di 20 rojan cihê ava kirin û derbarê misyona wan de, ev agahî parve kirin: ″Welatiyên bajar ên ku dixwazin derbasî bajar bibin, rûpelek ji kampa ku lê bi cih dibe tê xwestin. Piştre em wan re diçin bajar, da jiyana xwe were parastin û rê li pêşiya dizînê bê girtin.″REQA-HEZA-PARASTINE-JIBO-EWLEHIYE-AVADIKIN ‫(1)‬

Mihemed anî ziman ku heta niha derdora 10 mal çûn malên xwe û pêwîstiyên xwe girtin û wiha got: ″Rojane welatî serdana malên xwe dikin. Em li taxa Meşleb jî amadekariya vekirina navendeke xwe dikin.″

Hêzên Ewlehiya Hundirîn a bajarê Reqayê di meha Gulanê de hat avakirin û di heman mehê de bi beşdarbûna 50 ciwanên herêmê, yekemîn dewreya perwerdeyê dest pê kir. Di vekirina dewreyê de nûnerên koalîsyona navnetewî amade bûn.

Heta niha 3 dewreyên perwerdeyê yên Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi dawî bûne û dewreya 4′emîn jî dest pê kir. Ehmed Mihemed (26 ), ji gundewarên Reqayê ye û beriya du mehan tevlî nava Hêzên Ewlehiya Hindirîn bûye.

Ehmed destnîşan kir ku mebesta wan xizmeta gel e. Ehmed niha cihê xwe di navenda li gundê Reqa Semra de digire.

(nse/mm)

ANHA