Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji hemû pêkhateyan hatiye avakirin

Dîmen

ZANA SEYDÎ – ŞÎLAN MIHEMED

MINBIC – Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên bajarê Minbicê ji hemû pêkhateyên herêmê hatiye avakirin û li dijî êrîşan parastina bajarê xwe dikin.MINBIC-NIRXANDINA-CIWAN-IBRAHIM-LI-SER-VEKISANDINA-HEZA-ASAYISE

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêma Minbicê jiyana rojane birêxistin dike, welatiyan diparêze û zagonan pêk tîne. Her wiha ev hêz destek didin hêzên leşkerî yên Rêveberiya Xweser û saziyên giştî, parastina girtîgehan dike, her wiha şandeyên dîplomatîk jî diparêze.

Dema ku şervanên QSD′ê û hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di meha hezîrana sala 2016′an de, ji bo rizgarkirina Minbicê operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla dane destpêkirin, bi dehan ciwanên herêmê beşdarî nava refên wan bûn, da herêma xwe biparêzin û jiyana xwe birêxistin bikin. Şervanan di 12′ê tebaxê bajar ji çeteyên DAIŞ′ê rizgar kirin.

Piştî ku Minbic ji tarîtiya DAIŞ′ê hat rizgarkirin, bi sedan ciwanên wê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ava kirin, ji tecrûbeyên Hêzên Asayîşê yên Kantonên Cizîrê û Kobanê sûd wergirtin, da herêma xwe biparêzin, jiyana hevbeş û biratiya gelan ava bikin.MEHEMED-OSMAN

Di 6 mehên derbasbûyî de, Hêzên Asayîşê dewreyên perwerdeyê ji bo ciwanên Minbicê vekirin.

Midûrê Dîwana Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê Mehmûd Osman anî ziman ku Hêzên Asayîşê bi riya dewreyên leşkerî, ciwanên Minbicê li ser bikaranîna çekê perwerde kirin.

Di 21′ê sibata sala 2017′an de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Asayîşa Rojava erka parastina bajêr radestî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê û gundewarên wê kirin û dane zanîn ku gelê herêmê dikare li hember êrîşan bajarê xwe biparêze.ASAYIS-MINBIC

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê ji hemû pêkhateyên herêmê yên Kurd, Ereb, Çerkes û Tirkmen hatiye avakirin û Buroyên yên ″Ewlekariya Giştî ku dozên siyasî û ewlehî çareser dike, Buroya Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî ku erka wê jî lêkolîna dozên kuştin, dizî û hwd, Buroya kontrolkirina deriyên ketin û derketina ji bajêr û Buroya Destwerdana Lezgîn″ hene.

Şêniyên Minbicê piştgiriya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dikin ji ber ku ew herêmê diparêzin û jiyanê birêxistin dikin.

(mm)

ANHA

MINBIC-ASAYIŞ-4-620x364 MINBIC-ASAYIŞ-6-768x576