Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hêzên Ewlekariya Minbicê derbarê teqînê de daxuyanî da

NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê ragihand ku di teqînê de sivîleke jiyana xwe ji dest da û hejmareke din birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê derbarê teqîna ku îro saet li Minbicê pêk hat, daxuyaniyeke da û bi kiryarekî terorîst li dijî sivîlan bi nav kir.

Daxuyaniya Navenda Hêzên Ewlekariya Hundirîn a  Minbicê wiha ye:

“Di dîroka 10-01- 2018‘an saet 15:00‘an de, komeke çete ne diyar e ji kijan alîyî ye, erebeyeke bombekirî rengê spî ji cûreya ʺCîbʺ li nêzî Buroya El-Hebil a bazirganiya erebeyan û li ber benzînxaneya Fetim a li ser rêya bajarê Helebê hatibû bi cih kiribûn.

Di encama teqînê de, sivîleke jiyana xwe ji dest da û hejmarek din birîndar bûn.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê û hêzên tirafîkê yekser cihê teqînê dorpêç kirin û dest bi lêpirsînê kirin. Heta niha aliyê li peyî teqîna erebeyê nehatiye naskirin.

(bb)

ANHA