Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hêzên Ewlekariya Minbicê ji bo Newrozê hişyarî dan

MINBIC – Hêzên Ewlekariya Hundirîn a bajarê Minbicê ji bo rewşa ewlekariyê şihyarî da gel  da di roja cejna Newrozê, da li gorî wê tev bigerin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê ev hişyarî da gelê herêmê:

″Newroza we pîroz be, em hêvî dikin ku Newroza sala 2017′an cejna serkeftin û demokrasiyê li Minbicê û tevahî Sûriyê be. Derbarê ewlekariya gel a di roja cejnê de, me tedbîrên xwe girtin û van hişyariyan ji gel re didin xuyakirin, da li gorî wan tev bigerin:

*Ji 19 heta 22′ê adarê  divê motorsîklet li nava bajêr negerin.

*Divê di şeva cejnê de, kombûnên gel çênebin û agir neyê pêxistin.

*Dê Hêzên Ewlekariya Giştî, Trafîk, HAT û hêzên parastina bendên kontrolê  yên bajarê Minbicê ji bo parastina ewlekariya gel, bi awayekî koordînekirî tev bigerin.

*Divê di roja 20′ê adarê de, hemû şahiyên pîrozbahiyê bêne parastin û çek neyên bikaranîn.

(mm)

ANHA