Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hêzên Ewlekariya Reqayê 75 girtiyên din serbest berda

Dîmen

SEED EHMED

REQA – Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser daxwaza êlên ereban û Meclîsa Sivîl a Reqayê 75 girtiyên din serbest berda. Meclîsa Reqa da zanîn ku ji girtiyan re heq dike ku di nava saziyan de kar bikin û zarok jî tevlî dibistanan bibin.REQQA-75-GIRTI-HATIN-BERDAN ‫(180814337)‬ ‫‬

Li ser daxwaza rûspiyên eşîreyên ereban ên Reqayê û Meclîsa Sivêl a Reqayê hêzên Ewlekariya Hindir a Reqayê 75 girtiyên ku hin zarok jî di nava wan debûn serbest berdan.

Girtiyên hatin berdan bi tewanên têkiliya bi çeteyên DAIŞʹê û hêzên rêjîmê re hatibûn girtin. Serbestberdana girtiyan piştê ku rûspiyên herêmê kefaleta wan rakirin û isbat bû ku destê wan di rijandina xwîna gelê Sûriyê de nîn bû, serbest hatin berdan. Serbestberdana girtiyan di civîna ku li ber Meclîsa Sivîla Reqayê de hate lidarxstin pêk hat.

Rêveberên Hêza Ewlekariya Hindrîn a Reqayê, Endamên Rêveber ên Meclîsa Sivîl a Reqayê, bi dehan şêx û rûspiyên herêmê yên ji eşîrên erebên Reqayê, her wiha malbatên girtiyan beşdar bûn.REQQA-75-GIRTI-HATIN-BERDAN ‫(1)‬ ‫‬

Axaftina vekirinê ji aliyê Endamê Komîteya Têkiliyên Giştî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Umer Elûş axivî û got ku li ser banga Hevserokê Meclîsa Reqa ya Sivîl û li ser daxwaza Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê ya girêdayî MSDʹê daxwaza hin welatiyên herêmê yên girtî ku di hin xebatan de têiliya wan bi DAIŞʹê û hêzên rêjîmê re hebû û binpêkirinên zagonî pêk anîbûn, serbest têne berdan.

Elûş da zanîn ku girtî dikarin di sazaiyên Meclîsa Sivîl a Reqayê de kar bikin û ciwanên temanê wan biçûk jî dikarin tevlî dibistanan bibin û xwe fêrî rastiyê bikin.REQQA-75-GIRTI-HATIN-BERDAN ‫(180814338)‬ ‫‬

Di berdewama civînê de Hevserokê Meclîsa Sivîl a Reqayê Şêx Mehmûd Bersan ku bang kirbû ku girtî werin berdan ji girtiyan re got: “Em di Meclîsa Sivîl a Reqayê derfetke din didin we ku hûn vegerin jiyana xwe ya asayî, em hêvîdar in ku hun xwe rast bikin û li pey van karan nekevin.”

Li aliyekî din Hevseroka Meclîsa Sivîl a Reqayê Leyle Mistefa da zanîn ku hemû deriyên saziyên sivîl û dibistan ji girtiyên serbest hatin berdan  re vekiriye.

Di civînê de her wiha Şêxê Eşîrê EL-Nasirê Fewaz EL-Bêk spasiya Meclîsa Sivîl a Reqayê, MSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku daxwaza wan pêk anîn.

Fewaz EL-Bêk ji malbatên girtiyan re got ku ew bawer in ku malbatên girtiyan nizanibûn ku zarokên wan ev rê girtibûn û li ser riya şaş dimeşiyan.

Piştî axeftin bi dawî bûn 75 girtî serbest hatin berdan.REQQA-75-GIRTI-HATIN-BERDAN ‫(180814339)‬ ‫‬

Yek ji girtiyan bi navê Ebdilbarî Hesen EL-Hemad (18) ji ajansa me re axivî û got: “Em malbateke feqîr in, DAIŞ`ê hertişt li me teng kir ev jî hişt ku em bi wan re têkevin têkiliyan, piştî ku min bi wan re kar kir, min pir zehmetî dît û min xwe radestî QSD`ê kir, ez ketim zîndanê lê Hemdûlah têkiliya wan bi me re pir baş bû, niha jî ez azad im ez pir kêfxweş im, spas ji her kesê ku alîkariya me kir û soza didim ku ezê riya rast bigirim.”

Ev ne cara yekemîn ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ser daxwaza êlan, girtî tên berdan. Beirya niha bi demeke ne dirêj jî Hêzên Ewlekariya Hundir a Reqayê li ser daxwaza rûspiyan 23 girtî serbest berdan.

(jo/dc)

ANHA

EBID ELBARI REQQA-75-GIRTI-HATIN-BERDAN ‫(1)‬