Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hêzên Îraqê kontrolkirina herêma Tilefer ragihand

NAVENDA NÛÇEYAN – Fermandariya Operesyona rizgarkirina Tileferê ragihand ku wan hemû taxên navenda herêma Tileferê ya girêdayî parêzgeha Neynewa, kontrol kirine.

Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî jî di 20’ê Tebaxê de ragihandin ku çalakiyên kontrolkirina herêma Tileferê ku cihê herî dawî ya çeteyên DAIŞ’ê li parêzgeha Neynewa ya bakûrê Îraqê ye, dest pê kir.

Fermandarê Operesyona Tileferê Ebdilemîr Reşîd Yarallah di daxuyaniya ku Ajansa “RojNews” weşandibû de, got ku Hêzên Îraqê û hin yekîneyên hêza nehemîn a panzêran li rex herdu tugayên 29’an û 11’an ên girêdayî Heşid El-Şehbî, herdu taxên Eskerî, taxa pîşeyî ya bakûr, herêma Pêşbirkan, Deriyê Tilefer û gundê Rehme rizgar kirin. Bi vê yekê hemû taxên navenda herêma Tileferê ji destên çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin.

Yarallah ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Li qada Operesyonê tenê navçeya El-Eyaziyê û gundên derdora wê di destên çeteyan de mane û niha hin yekîneyên hêza 15’emîn û 16’emîn ber bi Eyadiyê ve pêşve diçin.ʺ

(jo/jh)

ANHA