Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hêzên Îsraîlê 12 Filistînî girtin

XEZA – Hêzên Îsraîlî li herêmên Difa El-Xerbiye 12 welatî girtin. Her wiha balafirên şer ên Îsraîlê, noqteyên leşkerî yên li Xezayê bombebaran kirin.

Çavkaniyên ji Filistînê ragihandin ku li bajaroka Ezrûn a dikeve rojhilatê bajarê Qeqîle di navbera ciwanên Filistînê û hêzên Îsraîlê de şer derket û ciwanên bi navên Mihemed Ridwan û Ibrahîm Cebalî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatin girtin.

Hêzên Îsraîlê girtin ser malên welatiyên bi navên Selîm Recûb û Rizif Recûb û ew girtin. Li Kampa El-Erûb jî 6 kes hatin girtin.

Nûçegihanê me ji herêma Xezayê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê nuqteyên leşkerî yên hêzên Filistînî bombebaran kirin.

Li gorî agahiyan, di encama bombebaranê de ziyaneke mezin gihîşt malên welatiyan.

(mm)

ANHA