Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hêzên Îsraîlê 15 Filîstinî binçav kirin

XEZA – Hêzên Îsraîlê 15 Filîstinî di serdegirtina malan de li herêmên  cûda  yên  li Qudis û Defa El-Xerbiye binçav, kirin.

Li gorî çavkaniyan, hêzên Îsraîlê li bajaroka Xidir 2 zarok, li bajarê Beyt Lehem  ciwanek û li Beyt Emer a bakurê Xelîl ciwanek binçav, kirin.

Ji aliyekî din ve jî, hêzên Îsraîlê di saetên berbangê de,  Mûdirê Giştî yê Saziya Zagonî li Kefer Eqeb a Qudis Iyad Misik û lêderkî Tevgera Hemas Ehmed Zêd binçav, kirin.

Her wiha hêzên Îsraîlê welatiyê bi navê Ehmed Ewed Alah li bajarê El-Bîra binçav, kirin. Li bajarê Nabils jî hêzên Îsraîlê du  ciwan binçav, kirin. Li taxa Ras Eyn piştî pevçûneke dijwar di navbera hêzên Îsraîl û welatiyan de, hêzên Îsraîlê du ciwan binçav, kirin.

Li bajarê Qelqîliye welatiyek û li kampa Tolkiram sê welatî binçav, kirin.

(bb)

ANHA