Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hêzên Îsraîlê 2 ciwanên Filistînî qetil kirin

XEZA– Di pevçûnên di navbera Ciwanên Filistînî û hêzên Îsraîlê de 2 ciwanên Filistînî hatin qetilkirin.FILSTIN-XEZA ‫(1)‬ ‫‬

LI bajarên Qusia û Ramela îro ji saetên sibê ve di navbera welatiyên Filistînî yên ji bo roja ʺXezeba Qesaʺ kom bibûn û Artêşa Îsraîlê ku rê neda welatiyan derbasî Mizgefta Eqsa bibin şer derket.

Çavkaniyên herêmî yên filistînê ji nûçegîhanê ANHAʹyê re gotin ku Artêşa Filistînî gule li ser welatiyên Filistînê barandin. Di encamê de li nêzî Deriyê El-Amûd a Qudisê welatiyek hate kuştin.

Ciwanê din jî li nêzî Nebî Salih a li bakurê Bajarê Ramela di encama pevçûnên ku li wir di navbera Filistîniyan û hêzên Îsraîlê de hate kuştin.

Alozî hîn jî didome.

(mh)

ANHA

FILSTIN-XEZA