Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hêzên Îsraîlê girtin ser malan, ciwanek bi giranî birîdar bû

XEZZA-Li Wargeha El-Dihîşa û parêzgeha Beyt Lehem di encama şerê di navbera ciwanên Filîstînê û Hêzên Îsraîlê ciwanekî Filîstînê bi giranî birîndar bû.

Çavkaniyekî Filîstînê diyar ku hêzên Îsraîlê êrîşî Wargeha El-Dihîşa kirin û girtin ser malên welatiyan, di navbera wan û ciwanên Filîstînê de şer rû da. Heman çavkaniyê diyar kir ku hêzên Îsraîlê gule li ser ciwanan reşandin û xaz û bombeyên dengê bi kar anîn.

Hate destnîşankirin ku hejmareke ji welatiyên Filîstînê birîndar bûn, di nav de ciwanê bi navê Ekrem El-Etreş ê ji Wargeha El-Dehîşa bi giranî birîndar bû.

Li parêzgeha Beyt Lehem û Wargeha Qelnediya ya bakûrê Qudis jî hêzên Îsraîlê hejmarek welatî girtin.

(bb)

ANHA