Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hêzên rêjîmê dor çeteyan teng dikin

NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên ku li parêzgeha Îdlibê pêşde diçin hewl didin çembera xwe ya li ser Balafirgeha Ebû El-Dihûr bêhtr teng bikin.

Duh li aliyê rojhilat û başûrê Balafirgeha Ebû El-Dihûr a li parêzgeha Îdlibê di navbera hêzên rêjîmê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk de şerên giran qewimîn. Hêzên rêjîmê 3 gund ji destê çeteyan derxistin û hewl didin li dora balafirgehê bizêvirin da ku çeteyan bixin çemberê.

Komên çete ne duh pêr di êrîşeke dijwar de 12 gund ji hêzên rêjîmê standibûn. Li hemberî vê êrîşê rêjîmê jî êrîş kir û ji van gundan 8 vegerand.

Li aliyê başûrê Helebê jî piştî şerên dijwar hêzên rêjîmê dest danîn ser gundên Til Enber, Ebû Celûs û Ebû Ebde û çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam jê hatin derxistin.

Li gorî zanyariyên Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, di vî şerî de ji hêzên rêjîmê 63 û ji çeteyên girêdayî Tirkiyeyê 54 hatin kuştin. Tê gotin ku 31 leşkerên rêjîmê jî hatin girtin.

(he)