Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hezkirina mûzîk û stranbêjiyê hişt ku beşdarî mihrîcanê bibin

 

SOZDAR CEMÎL – MÛRADA KENDA

DÊRÎK – 3 Keçên ji bajarê Hesekê, hezkirina mûzîk û stranbêjiyê ew gihandin hev û beşdarî mihrîcana jinên ciwanan bûn.BIRE XANIM

Koma Şehîd Delîla ya girêdayî Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Hesekê ji 3 jinên ciwan pêk tê û beriya 4 mehan hate avakirin. Kom bi hunera xwe beşdarî mihrîcana Şehîd Stêrvan a Jinên Ciwan bû da bikaribin dengê jinên azad ragihîne.

Perî Xanim armanca beşdariya xwe di mihrîcanê de wiha anî ziman: ″Hezkirina min ji hûnerê re hişt ku ez beşdarî mihrîcanê bibin, da ez rola jinên ciwan di warê hunerê de derxim pêş. Jinê hemû sînor şikandin û li ser dike stranan dibêje″.

Tişta xweş di vê mihrîcanê de, beşdarbûna jinên Kurd, Ereb û Suryan bû. ZILAN EHMAED

Zîlan Ehmed ku li alava Gîtarê dide Endama komê ye, got wê du mehan perwerde dît û xwe ji mihrîcanê re amade kir. Zîlan bi coş û heycan stranên li ser ″şehîd Zîlan û jinên ciwan″ gotin.

Zîlan diyar kir ku  wna xwest bi vê mihrîcanê dengê jinên ciwan di şoreşa Rojava de ragihînin û bang li hemû jinan kir ku beşdarî mihrîcanan bibin, çanda xwe biparêzin û ji bo hemû jinên cîhanê bibin mînak.

Her wiha Endama komê Lorîn Hiso jî kêfxweşiya xwe anî ziman ku beşdarî mihrîcanê bûye û hêvî kir ku mihrîcanên jinê her dem werin lidarxistin da jin bikaribe kesayeta xwe ya azad nîşan bide.

(jo/mm)

ANHA