Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hikmet Hebîb: Sochi ji Cinêv xirbtir e

MED EL-SELÛM – AZAD SEFO

NAVNEDA NÛÇEYAN – Ji rayedarên Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk Hikmet Hebîb Kongreya Sochi wekî  ‘Mîhrîcana ji Cinêv xirabtir’ bi nav kir.

Endamê Desteya Serokatiyê ya MSD’ê Hikmet Hebîb ji ANHA’yê re behsa encamên danûstandinên Astanayê û hewldanên dûrxistina aliyên sereke ji danûstandinên Sochi, kir.

‘Cinêv û Astana encam negirtin’

Hebîb axaftina xwe wiha da destpêkirin: “Ji destpêka aloziya Sûriye ve, civaka navdewletî bi navê çareserkirinê gelek civîn li dar xistiye, li Cinêvê û paşê jî Astanayê rêzecivîn hatin lidarxistin. Lê hemû civînan encam negirtin û aloziya herêmê nehat çareserkirin.”

‘Me şerê terorê dikir ew jî diçûn civînan’

Hikmet Hebîb diyar kir ku dema dewletên herêmê civîn û kongre li dar dixistin wan (Hêzên Bakurê Sûriyeyê) şerê terorê dikirin û wiha dirêjî da axaftina xwe “Di dema ku hêzên herêmî civîn û kongre li dar dixistin de, me şerê terora DAIŞaê dikir û herêmên berfireh ji wan rizgar dikir. Ji bo tevahî gelên Sûriyeyê me projeyeke demokratîk pêş xist û me rêveberên xwe yên herêmî ji bo xizmeta gel ava kir.”

‘Ciddiyeta van civînan nebû’

Hebîb anî ziman ku ew wan tu carî hêviyên xwe naspêrin kongreyên derve û destnîşan kir ku ciddîyeta wan kogreyan ji bo çareserkirina aloziya kûr nebû, welatên ku civîn bi rêve dibirin derbarê rewşa Sûriyeyê de mûdaxele nedikirin û tenê bi navê çareseriyê bang dikirin.

‘Aliyên beşdar bêyî çare bûn’

Endamê Desteya Serokatiyê ya MSD’ê bal kişand ser nebeşdariya hêzên rasteqîn di nava danûstandinan de û wiha dom kir “Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk sîwana siyasî ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk e, ji bo civînan nehat vexwendin.  Ji ber vê yekê ew civîn û kongre bi ser neketin. Aliyên ku beşdarî civînên Cinêv, Riyad û Astanayê bibûn tu biryarên çareseriyê di destê wan de nebû.”

‘Dixwazin tevlîheviyan derxin’

Hikmet Hebîb got ku bi qasî hêviyên çareseriyê ew giraniyê nadin aliyên ku pêwîste beşdarî van civînan bibin û wiha dom kir “Em hêvî dikin alozî were çareserkirin û welat ji tarîtiyê derkeve, ji bo tevlîbûna di navbera diyalogên gelên Sûriyeyê me jî xwest ku beşdarî van danûstandinan bibin. Nebeşdariya hin aliyan di kongreya Sochi de armaca jê ew e ku di navbera hêzên siyasî yên Bakurê Sûriyeyê de tevlihevî çêbibe.”

‘Navê xiyanetê li pey me xistin’

Hebîb ev tişt jî anî ziman “Dema me dixwest beşdarî van kongreyan bibin û me destê xwe ji hemû hêzên netewî re vekir, di serî de Beşar Esed daxuyaniyek da û gelê Bakurê Sûriyeyê bi xiyanetê bi nav kir. ji ber vê yekê me qebûl nekir ku bi wan re li ser maseyekê rûnên, yê ku navê xiyanetê li me bike em bi wan re rûnanên.”

Hebîb daxuyaniya Beşar Esed weke tiştekî ne mentiqî û ji bo dûrxisitina Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk ji nava diyalogên Sochi bi nav kir.

Bernameya Sochi çi ye?

Hikmet Hebîb di nava axaftina xwe de bermaneya Kongreya Sochi wiha eşkere kir “Di bernameya Sochi de 3 komîte tên avakirin. Komîteya Diyalogên Niştîmanî, Komîteya Amadekariyên Hilbijartinan û Komîteya Destûrê. Kesên ku dê ji bo diyalogan biçin hejmra wan hezar  û 500 kes e. Ew tenê ji bo dengê xwe bidin van komîteyan wê bixebitin. Ev komîte jî ji aliyê istîxabara Rûsya û hin hêzên ser bi rêjîma Sûriyeyê ve hatine avakirin.”

‘Sochi ji Cinêv xerabtir e’

Hebîb kongreya Sochi bi ‘Mîhrecana ji Cinêv xirabtir’ wesif kir û bal kişand ku hêzên sereke yên opozîsyona Sûriyeyê beşdarî danûstandinan nabin û ji ber vê yekê ew jî dê tevlî van civînan nebin û ev tişt bi lêv kir “Em ê çawa bi rêjîma ku duh hêzên me hedef girtin re rûnên?.”

Ji gelên herêmê re bang: Guh nedin kesî

Hikmet Hebîb tekez kir ku Îran û Tirkiye û rêjîma Sûriyeyê ji bo têkbirina projeya demokratîk a Bakurê Sûriyeyê pîlan dikin, her wiha hewl didin zextê li Hêzên Sûriyeya Demokratîk bikin da ku herêmên rizgar kiriye radestî rêjîma Sûriyeyê bike. Hebîb got “Em buhistekê ji xaka ku bi xwîna şehîdan hatiye rizgarkirin, bernadin.”

Endamê Desteya Serokatî ya Meclîsa Sûriyeyê Demokratîk Hikmet Hebîb di dawiya gotinên xwe de bang li gelên herêmê kir ku guhê xwe nedin daxuayaniyên derew û got “Projeya demokratîk ava dibe û wê tu kes nikaribe têk bibe.”

(bb/he)

ANHA