Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hikûmeta Îraqê ji Tirkiyê xwest ji Başîqa derkevin

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Karê Derve ya Iraqê Ibrahîm Ceferî got ku wan ji Wezîrê derve yê Tirkiyê xwestiye ku ji Başîqa derkeve.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Çawoş Oglo serdana paytexta Îraqê Bexdadê kir. Saziyên çapemeniyê got ku tê payîn ku Oglo dê bi Wezîrê Derve yê Îraqê Îbrehîm El-Ceferî û Serokê Îraqê Fûad Masûm, her wiha Serokê Perlamantoya Îraqê Selîm Cibûrî û Serokê Meclîsa Wezîran Heyder El-Ebadî hevdîtinê pêk bîne.

Daxuyaniyê ji wezerata derve ya Tikriyê destnîşan kir ku wê Oglo biçe Hewlêrê û bi Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Berezanî re jî bicive.

Serdana Tirkiyê di demeke ku hemleya vegerandina Tilefir li parêzgeha Nînewa de pêk hat, her wiha piştî ku şandeya referanduma  Başûrê Kurdistanê ji Bexdayê derket û pêşwazîkirina Îraqê ji doza ku şandeyê barve kir, tune bû.

Di çarçoveya serdana Tirkiyê de wezîrê Derve yê Îraqê Ibrahîm Ceferî got ku wan ji wezîrê Derve yê Tirkiyê  xwestine ku bajahî ji Başîqa vekişin.

(jo)

ANHA