Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hilberîna zeytûnan li Gazayê ji sala borî kêmtir e

MUSTEFA EL-DEHDOH

GAZA Hilberîna zeytûnan a îsal ne li gorî daxwaza cotkaran e û ji salên borî kêmtir e. Cotkarên herêma Gaza ya Felestînê ji hefteya borî ve dest bi jêkirina hilberîna zeytûnan kirine.FILSTIN-XEZA (3)

Li herêma Berava Rojavayî ya Felestînê hilberîna zeytûnan asta xwetêrkirinê derbas kir û berûvajî wê li herêma Gaza ya Felestînê rêjeya hilberîna zeytûnan li gorî sala borî ji sedî 35 kêmtir bûye.

Cotkarên herêma Gaza ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivîn û diyar kirin ku hilberîna zeytûnan a îsal ne li gorî daxwaza wan e û rêjeya wê ji sala borî gelekî kêmtir e.

Cotkaran dane zanîn ku ew di çalakiyên xwedîkirina darên zeytûnê de rastî gelek astengiyan hatine, nemaze dermanên parastina hilberînê nehatin peydakirin û di encamê de lêçûnên wan zêdetir bûn.

Cotkaran bang li Wezareta Çandiniyê ya Gazê kirin ku baldariya darên zeytûnê bikin ji ber ku jêdera sereke ya debara bi hezaran malbatên Felestînê ye. Nemaze ji ber destdirêjiyên hêzên Îsraîlê ew nikarin bigihêjin hin baxçeyên xwe yên zeytûnan.

Birêveberê Giştî ya Rêveberiya Giştî ya Şêwirmendiyê ya girêdayî Wezareta Çandiniyê Nîzar El-Wehîdî diyar kir ku hilberîna zeytûnan ya îsal di asta navîn de ye û giştî rûpîvanan bi zeytûnan hatine çandin 38 hezar donim in ji van 28 hezar domin berhemdar in û 10 hezar donimên din jî ne berhemdar in.

El-Wehîdî destnîşan kir ku miqdara hilberînê ya îsal di navbera 17-20 hezar ton in û guman e 5-6 hezar ton bêne embarkirin. Her wiha 14 hezar ton jî ji fabrîkeyên çêkirina zeytê re bêne şandin û ji vê miqdarê 2700 ton zeyt derbikeve. Ev miqdar jî têra pêdiviya welatiyan nake ji ber ku pêdiviya welatiyên herêma Gaza salane bi 3800 ton e.FILSTIN-XEZA (2)

El-Wehîdî di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku di sala borî de hilberîna zeytûnan ji îsal baştir bû û ji ber rewşa darayî gelek cotkaran nikaribûn zeyta xwe bifiroşin û di embarên wan de mane.

Wezareta Çandiniyê diyar kir ku dê wergirtina zeytê ji aliyê Misirê ya bi riya tûnelan rawestîne, heta bazar baş tê lêkolînkirin û zeyta di bazaran de were firotin.

Birêvebera Şêwermendiyê ya girêdayî Wezareta Çandiniyê ya Felestînê Duha Abîde daxwaz û şêwrên xwe di derbarê çalakiyên jêkirin û embarkirina zeytûnan de li cotkaran kirin.

(jh)

ANHA