Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hilbijartinên Bakurê Sûriyê li Stockholmê hate nîqaşkirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Nûnerên Rojava li paytexeta Swêdê Stockholmê bi navenda Olva Balma ya Cîhanî re hilbijartinên federaliyê û pêşketinên li Rojava nîqaş, kir.

Şeva din, li Nûnertiya Rojava ya Stockholmê, nûnerên Rojava bi şandeya Olva Balma ya Cîhanî re ku bi dozên demokrastiyê, mafê mirovan û aştî re mijûl dibe, rûnişt.

Nûnerên Rojava ji berpirsê Buroya Rêveberiya Xweser Şiyar Elî û Berpirsê Rêxstinên Civaka Sivîl a Nûnertiya Rojava Azad Heyderî, pêk dihat. Her wiha  şandeya Olva Balma jî ji Mûdirê Giştî yê Navenda Olva  Aneandystrom, Berpirsê Buroya Siyasî a Olva Anger Avin û Berpirsê Dosya Sûriyê û Rojhilata Navîn Otto, pêk dihat.

Her du aliyan rewşa dawî li Rojava û Bakurê Sûriyê û giringiya hilbijartinan li Bakurê Sûriyê nîqaş kirin.

Her wiha her du aliyan tekez kirin ku çareserkirina aloziya Sûriyê bi rêya federalî pêk tê ku mafê hemû pêkhateyan diparêze.

(kc)

ANHA

SUEAD-STOKHOLIM (1) SUEAD-STOKHOLIM (2)