Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê li gorî berjewendiyên hemû pêkhatan e’

Dîmen

ŞEHAB EHMED-HISÊN Ehmed

TIL HEMÎS – Rûsipiyê Êla El-Tufêhiyên Elî El-Hefil anî ziman ku hilbijartinên Federaliya Bakurê Sûriyê li gorî berjwendiyên  hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê ne û çareseriya herî guncaw ji bo ewlekariya herêmê ye.

El-Hefil di serî de jiyana hevbeş û biratiya di navbera gelên Bakurê Sûriyê de ya bi dirêjahiya dîrokê bi bîr xist û wiha pê de çû:”Federaliya Bakurê Sûriyê xizmeta welat dike û yekîtiya wê diparêze û em bi jin û mêran piştgirî didin wê. Em ê li hemberî her kesî ku hewl bide welat parçe û cûda bike rawestin.”

El-Hefil balkişande ser girîngiya hilbijartinên komînan û got ku ew ji bo xizmeta welatiyan pêngavekî baş e û got:”Hilbijartinên bên jî xizmeta welat, gel û aboriyê wê dike û di berjewendiya wê de ye, em wek Êla El-Tufêhiyên pêre ne.”

Rûsipiyê Êla El-Tufêhiyên Elî El-Hefil da zanîn ku komînê di gundan de mafê jinê parast û bi beşdarbûna wê di hevserokatiya komîn û komîteyên girêdayî wê de, rola  xwe di nava civakê de pêk anî û wiha pê de çû:”Cihekî pîroz a jinê di nava me de heye, ew nûnertiya nîvê civakê dike û di roja me ya îro de nûnertiya hemû civakê dike. jin neba cihê zilam di civakê de tune ye”.

Elî wiha dawî li axaftina xwe anî:”Ji bo rizgarkirina herêmê ji çeteyên DAIŞ û hişmendiya tariyê, her wiha ji bo rêya federaliyê me gelek şehîd dan. Ji bilî federalî û ramanên rêberê gelan Abdullah Ocalan yekîtiya welat, misoger nakê”.

(rr)

ANHA