Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hilbijartinên Fedraliyê destkeftiyan mayînde dike

ANALÎZ

HISÊN UMER

NAVENDA NÛÇEYAN – Bê guman şoreş gi gelek qonaxan re derbas dibe. Beriya bighêje armancên xwe rastî gelek astengiyan tê û gelek zehmetiyên nayên jimartin pêşberî xwe dibîne. Heta saziyên xwe fermî dike û bingeha xwe ya sivîl datîne û saziyan bi dest dixe yan jî qanûnan datîne di gelek qonaxên zehmet re derbas dibe.

Ew pir gavên ku ji neçarî têne avêtin dihêlin ku bingeha şoreşê cihê xwe bgire û dihêle ku îradeya piştgiriyên xwe pêk bîne û bi awayekî xwezayî hezkiriyên rêjîma kevin jî rewşa sîstema nû (Şoreşê) di ber çavan re bigirin, da ku berjewendiyên xwe û cihê xwe winda nekin. Ev di hemû şoreşên di nava dîrokê de pêk hatine pêk tê û bi taybet şoreşên çînî û netewî.

Ev guhertina nerim ji hemû beşê civakê û qebûlkirina wan ji rewşa ku şoreş li ser wan feriz dike, nayê wê wateya ku wê civakê bi aliyekî re çû, lê belê rewşa şoreşan a xwezayî wihaye, ew xwe xwe beriz dike da ku civakê ji dijberan û aloziyên jiyanî û çandî xilas bike. Ev şoreşa rizgarkirina niştimanî wekî şoreşa Rojava jî.

Ev karê zehmet û xet bi destê komeke pêşeng ku baweriya wan bi guhertinê tê meşandin. Ew berê civakê didin wî alî û tevî hemû zehmetiyên li ser erda ku tekoşîn li ser tê meşandin ew pêşeng karê xwe didomînin. Ev zehmetî ji ber ku hin naxwazin guhertin pêk were û ji rewşa heyî razî ne pêk tê.

JI ber êw  hin li pêşberî wê dibin asteng. LI aliyê din jî kêmbûna baweriya bi hêza xwe tirsa ji ên din çêdike. Tevî ku ew alî lawaz bin jî. Ev dibe sedem ku piraniya beşên civakê hinekî bi tirs nêzî guhertinên bibin û destpêkê giran tevbigirin an jî aciziya ji gavên şoreşê nîşan bidin. Ji ber ku riya şoreşê bi xwînê pêk tê û metirsînên wê gelek in. Gelek caran di encamê de xwîn tê rijandin, dibe sedema koçberiyan,ev ji ber şerê beranberî hev ê yekser an jî şerê kevin. Ev di riya perwedeyê re hewl dan tê kirin ku were rakirin û ji civakê re bi awayekî baş tê pêşkêşkirin. Rêveberiya civakî dikeve pêşberî desthiladariya navendî  û welatiyan ji rêjîma desthiladar a kevin xilas dikin. Dibe ku di destpêkê de beşek mezin ji civakê beranberî vê guheritnê derkevin.

Gelek hewldan têne kirin ku bê aramî derbikev û şêwazê jiyanê were xirakirin, her wiha gelek xebatên wêrankariyê da ku şoreş ji hev bikeve. Ji ber vê yekê diber bi hemû rêbazan hewl didin ku pêşketinên şoreşa ku bi aramanca rizgarkirinê hatiye kirin rawestîne.

Di vir de şoreşa dijber rola xwe di têkbirina şoreşê de û bêbawerkirina civakê derdixîne holê, armanc bi vê yekê jî ew e ku civakê dûrî şoreşê bixîne. Ji bo vê armanca xwe nûnerên ne rast belav dikin. Hin insanên berjewendperset gelek karên li dijî xeta şoreşê pêk tînin,da ku werin girtin û wiha jî dijber vê yekê wekî çek bikartînin. Bi vê yekê jî gelê herêmê dûrî nirxên şoreşê dixînin û wan li dijî şoreşê sor dikin.

Di qonaxa destpêkê ya pêşketina şoreşê de bi lez pêşengtiyê dike û sazyên xwe yên bingehîn datîne. LI gorî rewşa heyî wan saziyan dixe piratîkê. Paşê jî berê xwe didin gel da ku rola wan pêş bixe û civak di nava şoreşê de roleka baş digre. Hemû beşên civakê di nava de cih digirin û rola xwe di nava şoreşê de digirin.

Ew astengî di şoreşa Rojava de jî pêk hat. Gelek dijberî hate kirin, heta niha jî sernavên fireh ku şoreşa dijber esas girtiye û dixwaze bingeha netewî pêş bixe. Di rastiya xwe de jî ew çarçeveke pê welatiyan dixapînin û dixwaze xewnên xwe yên li dijî şoreşê pêk bînin.

Ezmûna Serêkaniyê û dema komên çete yên îda dikirin ku bi navê şoreşê tevdigerin ketin bajar, berxwedana gelê kurd a Rojava isbat kir ku opozisyon jî wekî rêjîmê ye û tu cûdahiyên wê nîn e. Lê belê di gelek aliyan de ji rêjîmê jî kambaxtir bûwan koman ji destpkê de li dijî rakirina ala kurdî derketin û ên al rakiribûn reswa kirin.

Ew aliyê berjewendîperest ranewestiya û hîn jî li dijî şoreş tevdigerin û navê şoreşê bikar tînin. Gelek aliyan jî piştgiriya wan kirin, heta ku hêzên YPGʹê rola rizgarkirinê girt ser xwe û welatiyên sivîl ji wan komên çekdar rizgar kirin. Ew aliyên behasa mijarê ranewstiya û piştgiriya xwe ya bi komên çekdar re ên dijber re dewam kir. Da ku şoreşê lawaz bike û ji bo vê yekê meş û çalakî lidarxistin û bang dikirin ku ew komên çete derbasî herêmên kurdî bibin.ji ber vê yekê yên pêşengî dikirin bend li ber kiriyarên wan danîn.

Bi kurtasî pêşengên şoreşê ev astengî derbas kirinû û karîbûn armancênxwe pêk bînin û rêveberiyeke nû ava bikin.Ev avakirin di dema ku şoreşa dijber di nava hewldanan de bû ku çalakiyên xwe yên li hindir û derve dimeşandin ku şoreşê asteng bikin û li benda derfetekê bûn ku şoreşê tune bikin.Ev bi hemû derfetên ku PDKʹê û Hikûmeta Erdogan ji wan re pêşkêş kirine pêk tanîn. Divê em rola Îran ûrêjîma Sûriyê jî jibîr nekin. Ew jî heta niha ji bo pêşxistina nijatperstiyê kar dikir û hîn jî dixwaze eşîreyên ereban li dijî ezmûnan Rojava bidin bikaranîn.

Ji bo ezmûnan serkeftî ku pêk hatiye mayînde bibe, divê gava hilbijartinan ku dê di 22ʹê êlonê de pêk were were pêşxistin û  ew ê bibe beşdarbûna hemû welatiyan di rêveberiya destkeftiyên şoreşê û pêşxistina wê de.

(dc)

ANHA