Têkilî | Derheqê me de
ANHA

‘Hilbijartinên hevserokên komînan destpêka avakirina Sûriyeke demokratîk e’

TIRBESPIYÊ – Endamê Desteya Serokatî ya MSD`ê Hikmet Hebîb ku beşdarî hilbijartinên hevserokên komînan bû û dengê xwe da, destnîşan kir ku ev hilbijartin destpêka avakirina Sûriyeke demokratîk e.

Hikmet Hebîb li dibistana Feysel Hisên a navçeya Tirbespiyê ya heêma Cizîrê dengê xwe da.

Hebîb diyar kir ku ev hilbijartin bingeha avakirina sîstema federaliya demokratîk e û destpêkirina avakirina Sûriyeke demokratîk e.

(kc)

ANHA