Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hilbijartinên hevserokên meclîs û şaredariyan didome

Dîmen

ŞEHBA/EFRÎN – Endamên meclîsên navçeyên Til Rifet, Bilbilê, Cindirês û Şêrawa yên kantona Efrînê di nava civînên cuda hevserokên meclîsan û şaredariyan hilbijartin.

TIl RIFET

42 delegeyên Meclîsa Navçeya Til Rifet a girêdayî kantona Şehbayê bi armanca ku hevserokên meclîsa navçeyê û şaredariyan û cîgirên wan hilbijêrin, civînek li dar xistin.SEHBA-ENTIXABAT-MECLISA-TIL-RIFET (10)

Civîn bi amadebûna Endamê Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê li herêma Şehbayê Mehmûd Hemdok, Hevserokên Meclîsa Kantona Şehbayê Amir Dawûd û Wefa Mustefa û cîgirên wan, Hevserokên Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Kantona Şehbayê Cîhad Ehmed û Dûha Elûş li salona civînan a navçeyê hate lidarxistin.

Piştî rêzgirtinê Hevserokê Meclîsa Kantona Şehbayê Amir Dawûd bilbijartin li gelên herêmê pîroz kir û wekî gaveke ber bi pêşxistina civakê bi nav kir.

Deriyê namzetiyê li pêşiya endaman hate vekirin. Di encamê de Nadiya Osman û Ridwan El-Rîfaî bûn hevserokên meclîsa navçeya Til Rifet û Nesrîn El-Ilêwî û Ebdulhenan El-Hisên jî wekî cîgir hatin hilbijartin.

Di civînê de her wiha komîteyê girêdayî meclîsê hatin avakirin. Komîte ev: Dada Civakî, Aborî, Parastin, Tenduristî, Çand û Huner, Perwerde, Jin, Ciwan, Karûbarên Civakî û Parastina Ekolojiya û Şaredariyê. Ji bo nûnertiya her komîteyeke 3 endam hatin hilbijartin. Komîteya Ekokojiya û Şaredariyan ji 12 endama pêk tê.

Di hilbijartinên hevserokên şaredariyan de, Hacer Nasîf û Mihemed Letîf wekî hevserok û Rexda Mehmûd Helaq û Ebdulkerîm Hemaşo wekî cîgir hatin hilbijartin.SEHBA-ENTIXABAT-MECLISA-TIL-RIFET (9)

BILBILÊ

Bi heman armancê, Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê bi endamên meclîsa bajaroka Kotana ya navçeya Bilbilê ya herêma Racoyê re civiya.

Civîn li navenda Saziya Çandiniyê ya bajaroka Kotana hate lidarxistin.

Di civînê de rêziknameya komîn û meclîsan hate xwendin, paşê endamên meclîsê sond xwarin.

Paşê hilbijartin ji aliyê Komseriya Bilind a Hilbijartin ve hatin destpêkirin. Di encamê de, Mihemd Henan Mihemed û Necwa Şêx Ehmed bûne hevserokên meclîsa bajaroka Kotana û Şerîhan Ibrahîm û Henan Ehmed Mamo jî wekî cîgir hatin hilbijartin.

Her wiha Mihemed Şêxo û Nîroz Diyan Hûrî bûne hevserokên şareariya bajaroka Kotana.

CINDÊRIS

Desteya Rêveber a Meclîsa Damezrîner a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê du civînên cuda li bajarokên Keferserfa û Korka yên girêdayî herêma Cindirêsê li dar xistin.SEHBA-ENTIXABAT-MECLISA-TIL-RIFET (7)

KEFERSERFA

Civîn li komîngeha bajarokê hate lidarxistin. Di civînê de rêzikanemeya komîn û meclîsa hate şîrovekirin.

Paşê hilbijartin hatin destpêkirin. Di encamê de Heseen Mihemed û Fatima Nebo bûne hevserokên meclîsa bajarokê û Şoreş Heseo û Fexrî Sultan jî wekî cîgir hatin hilbijartin. Her wiha Henan Kedûr û Fatima Kedûr wekî hevserokên komîteyên parastin û ekolojiya hatin hilbijartin.

Di dawiya civînê de, endaman sonda pêkanîna karê xwe xwarin.

KORKA

Civîn li navenda Şaredariya Gel a bajaroka Korka hate lidarxistin û bi rêzgirtinê dest pê kir. Di civînê de, rêziknameya komîn û meclîsan hate xwendin. Her wiha hilbijartin hatin destpêkirin.

Di hilbijartinan de Kemal Heyder û Yeldiz Marko bûne hevserokên meclîsa bajaroka Korka û Ibrahîm Rîhanî û Fatima Beşîr jî bi piraniya dengan hatin hilbijartin. Her wiha Xemgîn Ehmed û Nîhad Elo jî bûne hevserokên komîteya Parastina Ekolojiya û Şaredariyan.

ŞÊRAWA

Ji bo hilbijartina nûnerên meclîsên bajarokên Eqîba û gundê Dêrcemal ên girêdayî navçeya Şêrawa du civînên cuda hatin lidarxistin.SEHBA-ENTIXABAT-MECLISA-TIL-RIFET (2)

Di herdu civanan de rêziknameya xebatên komînan hate şîrovekirin û paşê endaman sond xwarin.

Li gorî encamên hilbijartinan:

Hevserokên Meclîsa Bajaroka Eqîba: Fayiq Salih û Evîn Oso. Cîgir: Heyfa Îbiş û Ebid Berekat.

Hevserokên Meclîsa Bajaroka Dêrcemal: Mûnîra Ebdo û Mihemed Hec Xelîl. Cîgir: Hûda El-Elo û Wehîd Hemîdo.

Hevserokên Şareariya Dêrcemal: Suzan Hemîdo û Hîşam El-Seyîd. Cîgir: Îmadedîn Mustefa û Şirîn Şêxo.

(bb)

ANHA