Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hişmendiya netewa demokratîk dê kurdan ji dewletoka biçûk û berteng xilas bike

NAVENDA NÛÇEYAN- Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Mûstafa Karasû got ku Kurd di xeta Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan de hişmendiya neteweya demokratîk ji Kurdistanê ber bi Rojhilata Navîn berbelav bikin wê Kurdan qels neke. Bi ser de wê ji dewletoka biçûk û berteng xilas bike û li hemû Rojhilata Navîn bibe netew û gel

Endamê Komîteya Navendî yê PKK’ê Mûstafa Karasû ji Radyoya Dengê Kurdistanê re axivî, Karasû got:ʺ Eger Sûriyeyeke nû wê were avakirin ev ê ne bi mantiqê rejîma berê be û ne jî bi dewleta Tirk û çeteyên wê dikare were avakirinʺ.

Karasû diyar kir di şexsê şoreşa Rojava de ku li ser hîmê fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan derketiye holê, ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn û dinyayê sîstemeke alternatîf, ramaneke alternatîf, modêleke jiyaneke azad û nû tê xwestin ku were pêşxistin û diyar kir ku pêşengiya vê jî hêzên gel ên şoreşger-demokratîk dikin.

Karasû diyar kir ku çeteyên DAIŞ’ê bi navê Îslamê êşên mezin dana gelên Rojhilata Navîn û got DAIŞ’ê li Rojhilata Navîn di demeke kurt de rejîmên riziyayî hilweşandin.

Karasû diyar kir hemû hêzên ku ji hêzên azadiyê wêrek bûn dixwazin li dijî DAIŞ’ê şer bikin û got di serkeftinên li dijî DAIŞ’ê de serkeftina leşkerî xwedî pareke girîng e lê serkeftina li dijî DAIŞ’ê ne tenê leşkerî ye. Karasû diyar kir ku sedema sereke ya serkeftina dijî DAIŞ’ê neteweya demokratîk, xeta konfederalîzma demokratîk, hişmendiya siyasî ya nû ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye holê û diyar kir hêzên YPG, YPJ’ê bi paradîgmaya Ocalan li dijî DAIŞ’ê bi ser ketine.

`Palpişta herî mezin a Sûriyeya nû Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ye

Karasû anî ziman, ku paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji hêla Ereb, Sûryanî, Kurd û Çerkezan ve jî hatiye qebûlkirin û got, şoreşgerên Rojava yên ku xwe bi fikir û felsefeya Ocalan pêçane li Bakurê Sûriyê, li gel her cure kêmasiyan jî bi rêjeyeke mezin şoreşa siyasî û civakî pêk anîne.

Karasû diyar kir şoreşgerên Rojava şoreşê tenê bi Rojava û Bakurê Sûriyê re naxwazin sînordar bikin û dixwazin li hemû Sûriyê û Rojhilata Navîn belav bikin û got, îro 80 ji 100’î yên di nav Pêngava Rizgarkirina Reqzayê de ne Ereb in û diyar kir Ereb, Sûryanî, Kurd û civakên cihê û xwedî baweriyên cihê li ser hîmê jiyaneke hevpar, wekhev û azad gavên mezin davêjin.

Karasû got: ”Heke Şoreşa Rojava tenê bi Kurdan, tenê bi Rojava sînordar bimaya wê bixitimiya û bi ser neketa. Wê ji hêla hinan ve bihatana fetisandin, ji rê bihatana derxistin. Şoreşa Rojava piştî ku di xeta neteweya demokratîk de, bi hişmendiya konfederalîzma demokratîk li hemû Bakurê Sûriyê, li Sûriyê belav bû şoreşa Rojava serketinên mezin bi dest xist’. Karasû her wiha got serkeftina herî mezin a şoreşa Rojava ew e ku civakên Ereb, Sûryanî, Tirkmen û Kurd û hwd. Li ser hîmê jiyaneke azad û wekhev hatine cem hev û Bakurê Sûriye ya demokratîk ava dikin.

Karasû wiha dom kir: ”Di şoreşa Rojava de ku ev nehatibane kirin û tenê bi Kurdan re sînordar bimaya wê meylên nîjatperestiyê bi pêş biketana di nav gelan de û şoreşa siyasî û civakî qels bibûna. Heke Sûriyeyeke nû wê were avakirin ev ê ne bi mantiqa rejîma berê be û ne jî bi dewleta Tirk û çeteyên wê dikare were avakirin.”

Karasû diyar kir ku heke wê were avakirin hîmê herî qeyîm ê Sûriyê wê Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê be û got divê hêzên navdewletî jî vê rastiyê bibînin û diyar kir, teka rêya demokratîkkirina Sûriyê ew e ku Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê sîstemeke alternatîf e.

Karasû di dawiya gotinên xwe de wiha got:” Kurd di xeta Rêber Apo de hişmendiya neteweya demokratîk ji Kurdistanê ber bi Rojhilata Navîn berbelav bikin wê Kurdan qels neke. Bi ser de wê ji dewletoka biçûk û berteng xilas bibe û li hemû Rojhilata Navîn bibe netew û gel.”