Têkilî | Derheqê me de
ANHA

HPCʹê navendeke xwe li navçeya Qinê vekir

KOBANÊ- Hêzên Parastina Civakî (HPC) li naveçeya Qinê ya kantona Kobanê ya herêma Firatê navenda xwe vekir.

Navenda bi merasîmekê hate vekirin.  Bi dehan welatiyên naveçeya Qinê beşdarî mersîmê bûn, merasîm bi rêzgirtinê destpê kir û paşê Endamê Rêveberiya HPCʹê Mislim Nebo axivî û bi xêrhatina beşdaran kir û bal kişand ser rola HPCʹê ya di parstina herêmê de  û destnîşan kir ku gelê Bakurê Sûriyê bi yek destê parastina xwe dike û destkeftiyên bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin diparêzin.

Piştî axaftinê deriyê navendê ji aliyê dayîka şehîd Ziyad Kobanê ve hate vekirin. Piştî vekirina deriyê navendê şahî hate lidarxistin û beşdaran xelekên govendê gerandin.

(tk-em)

ANHA