Têkilî | Derheqê me de
ANHA

`HPC ji bo parastina herêmê amade ye`

 

EFRÎN- Rêveberiya HPC`ê ya navçeya Raco Dijwar Ferat anî ziman ku ew ji bo parastina herêmê amade ne û dê piştgiriya YPJ/YPG`ê bikin.

Rêveberiya Hêzên Parastina Civakî (HPC) a navçeya Raco ya girêdayî kantona Efrînê ji bo endamên xwe civîn lidar xistin. Civîn li salona Mîr a navçeyê hat organîzekirin.EFRIN-REGO-GEVIN-JE-BO-HEZE-GAWHARI ‫(1)‬

Di civînê de rewşa siyasî û leşkerî ya herêmê û bi taybet a kantona Efrînê hat nirxandin.

Rêveberiya HPC`ê Dijwar Ferat rewşa herêmên Şehba û kantona Efrînê wiha nirxand:ʺ Tirkiyê û çeteyên wê bi van êrîşên xwe dixwazin gel bitirsînin û berê wan bidin koçberiyêʺ Ji bo helwesta gel jî wiha got:ʺ Şêniyên herêmên Şehba û kantona Efrînê li hemberî êrîşa Tirkiyê û çeteyên wê helwestê xwe diyar kirin û gotin ku ew ê parastina xaka xwe bikin û dev ji herêmên xwe bernedinʺ.DIJWAR FIRAT

Ferat di nava axavtinên xwe de anî ziman ku di mijara ewlekariyê de ji HPC`ê tê xwestin û divê ew erka xwe ya parastine pêkbîne.

Di dawiya gotinên Rêveberiya HPC`ê Dijwar Ferat de wiha hat gotin:ʺ Hêzên me ji bo parastina herêmên xwe amade ne û em ê li hemberî êrîşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştgiriya YPJ/YPG`ê bikinʺ.

(np)

ANHA

EFRIN-REGO-GEVIN-JE-BO-HEZE-GAWHARI ‫(140837377)‬ ‫‬ EFRIN-REGO-GEVIN-JE-BO-HEZE-GAWHARI ‫(140837378)‬ ‫‬