Têkilî | Derheqê me de
ANHA

HPC-Jin azadiya Ocalan xwestin

GIRKÊ LEGÊ – HPC-Jin tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û destwerdana li ser Efrîn û Şahbayê, şermezar kir.GIRKE_DAXUNIA_HPC_JIN1 ‫(1)‬

Bi dehan Endamên HPC-Jin li navenda xwe ya li herêma Girkê Legê kom bûn daxuyaniyek dan. Di daxuyaniyê de tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û destwerdana dewleta Tirk a li ser Kantona Efrînê û herêmên Şahbayê şermezar kirin, her wiha soza domandina têkoşînê dan.

Di berdewama daxuyaniyê de hat zanîn ku tecrîda ku evv 18 salin li ser Rêbertiyê hatiye ferzkirin, ji aliyê gelê Kurd (taybet ji aliyê jinan ve) nayê qebûlkirin. Her wiha bal hat kişandin ser destkeftiyên ku jinê bi saya felsefeya Ocalan di şoreşa Rojava de bi dest xistine û bang li raya giştî (taybet rêxistina navneteweyî ya têkoşîna li dijî îşkenceyê) hat kirin ku derbarê rewşa Ocalan xwedî helwest bin.

Di dawiya daxuyaniyê hat gotin ku HPC-Jin amade li hember êrîşên dewleta Tirk li ber xwe bidin û parastina axa welatê xwe bikin.

Piştî daxuyaniyê dirûşmeyên silavkirina berxwedana Ocalan, hatin berzkirin.

(mm)

ANHA