Têkilî | Derheqê me de
ANHA

HPC-Jin tecrîda li dijî Ocalan şermezar kir

AMÛDÊ – Endamên Hêza Parastina Civakê-Jin (HPC-Jin), tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abudallah Ocelan şermezar kirin. HPC-Jin a bajarê Amûdê,  bi daxuyaniyekê tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdallah Ocelan, şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê Endama HPC-Jin Selwa Silêman ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:AMUDE-DAXUYANIYA-ENDAME-PARASTINA-GEL-YA JIN ‫(1)‬

“Bi navê HPC-Jin, em tecrîda li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdallah Ocalan ku bûye 18 sal e ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye girtin, şermezar dikin. Em îro li ser felsefa û fikrê Rêber APO têkoşînê dikin, ji ber azadiya Rêber APO, azadiya Kurdistanê ye û em tecrîda ku dewleta Tirk li dijî Rêberê me feriz kiriye qebûl nakin. Her wiha em êrîşên li ser Efrînê jî şermezar dikin. Çeteyên dewleta Tirk serkeftinên hêzên me li eniyên şer qebûl nakin, ji bo  wê bi êrîşa li ser gelên herêmê û bajarê Efrînê, şikandina îradeya gelan e.”

Daxuyanî bi dûrişmeyên silavkirina berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah û şervanên YPG û YPJ`ê bi dawî bû.

(mh)

ANHA