Têkilî | Derheqê me de
ANHA

HPC-Jin tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin

Dîmen

DÊRIK – Hêzên Parastina Civakî- Jin li bajarê Dêrîkê bi daxuyaniyekê  Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û êrîşên Artêşa Tirk a dagirker li ser Katona Efrînê şermezar kir.

Bi dehan endamên Hêzên Parastina Civakî-Jin (HPC-JIN)  li pêşiya navenda xwe ya bajarê Dêrîkê kom bûn, û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û êrîşên Artêşa Tirk a dagirker li dijî Kantona Efrînê şermezar bikin.

Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveberê Hidrîn Misto ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: ʺEm di Hêzên Parastina Civakî-Jin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, şermezar dikin, Rêber APO 18 sal in di zindana Imralî de ye û rastî tecrîdê tê û ji hemû mafên  xwe bê par maye.

Ev 2 sal in me tu agahî ji rewşa Rêbertiyê  negirtiye, em bang li hemû rêxistinên Mafê Mirovan dikin ku zextê li dewleta Tirkiyê bikin ku vê tecrîda li ser Rêbertiyê rabikin.ʺ

HPC-Jin di berdewama daxuyaniya xwe de her wiha da bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê û wiha dom kir: “Ev êrîş, êrîşa herî pîs di mirovahiyê de ye, Tirkiyê dixweze bi van êrîşan serkeftinên YPG/YPJ`ê yên di şerê li dijî terorê asteng bikin.ʺ

HPC-Jin bi diruşmeyan dawî li daxuyaniya xwe anîn.

(jo)

ANHA