Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hunera gelerî pêş dixe

Dîmen

EHMED REŞÎD

EFRÎN – Bi hunermendên Efrînê yên mezin wekî Cemîl Horo û yên wekî wan bi bador bû û di 14 saliya xwe de dest bi ezberkirina stranên folklorî kir. Paşê bi dehan stran bi xwe rês û di şahiyên gelerî û civatan de digot. Niha jî stranek nû bi navê ʺEfrîn ya me yeʺ amade kiriye.

Hunermendê Ciwan Rêzan Bekir di sala 1985ʹan de li navçeya Raco ya kantona Efrînê hate dinê. Bekir di malbateke welatparêz de mezin bû. Di zarotiya xwe de bi hunera Cemîl Horo û Elî Tico bi bandor bû û bi sedan stranên wan û hunermenên din ezber kir.EFRIN-RECO-HEZKIRINA-WI-JI-KELEPURA-KURDI-RE-GIREDANA-WI-BI-FILOKLORE-RE-PEYDA-KIR (3)

Ji stranên ku Rêzan ezberekirine strana Memê Alan, Fetah Beg,Eyşa Îbe,Zeynebê, Narînê,Delalê û gelek stranên din.

Rêzan li vir nema, lê belê ji ber hezkirina wî ji hunerê re li peymangeha Mûzîkê ya Helebê xwen û  muzîk xwend.

Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re û bi taybet di sala 2012ʹan de Rêzan tevî hevalên xwe di avakirina Navend Çand û Hunerê ya Cemîl Horo a li bajarê Helebê de xwedî rol bû. Rêzan li ser perwerdeya endaman sekinî û di sala 2013ʹan de berê xwe da herêma Raco ya kantona Efrînê.

Bi ragîhandina Rêveberiya Xsweseriya Demokratîk, li Raco navenda Çand û Humerê ya Şehîd Rizgar hate vekirin. Paşê navê navendê bû navenda Çiyayê Mîra. LI vir jî Rêzanciwan perwerde kirin û bi dihan ciwanên Hunermed fêr kir.EFRIN-RECO-HEZKIRINA-WI-JI-KELEPURA-KURDI-RE-GIREDANA-WI-BI-FILOKLORE-RE-PEYDA-KIR (5)

Rêzan yekem cara strana Zeynebê ya Hunermend Cemîl Horo got, ev ji wî re destpêka hunerê bû.

Rêzan da zanîn ku erka wiye ku çand û hunera kurdî biparêze û ev tişt anî ziman: ʺMin dît ku erka min a netewîye ku ez parstina hunera ku bi sedan salan dapîrên me dewrî hev kirine.

Hunermendê Ciwan ji bo perwedekirina bi dehan ciwanên ku tevlî Mîhrecana Hawar bûn perwede kir. Şagirtên Rêzan rêza yekem qezenc kirin.

Stranên ku Rêzan ezber kirine bingeha wî ya çandî dewlemend kiriye û bi vê yekê bi dehan stranên bi awaz kirtine û çêkirine.  Herî dawî jî Strana dawî bi navê ʺEfrînê me yeʺ  amade kiriye.

(dc)

ANHA