Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hunermend Aram Tîgran hat bibîr anîn

Dîmen

QAMIŞLO / KOBANÊ – Şêniyên bajarên Qamişlo û Kobanê, hunermed Aram Tîgran di 8`emîn salvegera wefata wî de bibîr anîn.

Hunermend Aram Tîgran ku bi eslê xwe Ermeniye, di 8`ê Tebaxa 2009`an de çû ser dilovahiya Xwe. Duh sêşemê rastî 8`emîn salvegera wefata Tîgran bû.

Qamişlo     

Dengbêjê aştî û azadiyê hunermend Aram Tîgran ku bi zimanê Kurdî û Ermenî stran digotin, duh li bajarê Qamişlo li parka şehîd Şepal bi merasîmê hate bîranîn. Di merasîmê de, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan, Hevserokê Desteya Parastinê ya Kantona Cizîrê Rêzan Gulo, Hevserokê Desteya karê derve ya Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Umer, cîgira Hevserokê Desteya Çand û Huner Bêrîvan Xalid û bi dehan şêniyên bajêr amade bûn.QAMISLO-BIRANINA-ARAM-TEKRAN

Qada parkê bi gurzên gulan û wêneyên hunermendan Aram Tîgran, Yekta Herekol, Mihemed Şêxo û Eyşe Şanê hatibû xemilandin.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê hunermendên Kantona Cizîrê ragihandin ku Yekîtiya Hunermendan hatiye avakirin da ku rêya hunermendên wek Aram Tîqran, Mihemed Şêxo û Eyşe Şanê, bişopînin.

Hevseroka Yekîtiya Hunermendên Kantona Cizîrê Nesrîn Botan axaftinek pêşkêş kir û wiha got:ʺHêviyên hunermendan Aram Tîgran û Mihemed Şêxo îro bi cih tên. Cara yekemîne ku li Rojava Yekîtiya Hunermendan tê pêkanîn, her wiha cara yekemîne hunermend xwe bi rêxistin dikin û saziyên xwe vedikin ku bi azadî di nava saziyên xwe de xebat û çalakiyan li dar dixin.ʺ

Nesrîn Botan di berdewama axaftina xwe de jî wiha got: ʺAvakirina Yekîtiya Hunermendan di demên guncaw de hat pêk anîn ku di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin, şoreşeke pîroz û serkeftî ye ku YPG/YPJ`ê lehengên wê ne.ʺ

Nesrîn her wiha destnîşan kir ku ewê di çarçoveya Yekîtiya Hunermendan de hunerê pêş bixin û çand û hunerê biparêzin.

Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Sarûxan jî di merasîmê de axivî û avakirina Yekîtiya Hunermendên kantona Cizîrê pîroz kir û wiha got: ʺHunermend Aram Tîgran, huner bi hemû hêza xwe ji gelê Kurdistanê yê her çar parçeyan re pêşkêş kir, her wiha ji gelên li ser erdnîgariya Kurdistanê jiyan dikin ereb, ermen, kildan, aşorî û siryanî re jî pêşkêş kir û wek mamosteyekî mezin ji gelê Kurd re hûner saz dikir.ʺ

Hunermend Aram Tîgran sala 1934`an li bajarê Qamişlo ji dayik bû, bi dengê xwe yê sade û xweş, her wiha awazên nazik ên amûra Cumbiş a gelerî di nav gelê Kuridistanê de hatibû nasîn.

Hunermend Tîgran di sala 2009`an de li patyexta Yûnanê, Esînayê wefat kir.

KOBANÊ

Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê jî hunermend Aram Tîgran di 8`emîn salvegera wefara bibîr anî. Di merasîma ku li navenda Baqî Xido hatiye lidarxistin de bi dehan şêniyên bajarê Kobanê amade bûn.

Salona navendê bi wêneyên Têkoşerên Azadiyê û wêneyên Aram Tîgran hatibû xemilandin ku li derdorê jî find hatibûn pêxistin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, navendê sînevizyonek bi wêne û dîmen li ser kurte jiyana hunermend Aram Tîgran pêşkêş kir.

Paşê endamê navenda Baqî Xido, Dijwar Zagros axaftinek pêşkêş kir, di axaftinê de xebatên hunerî yên hunermend Aram Tîgran bilind hatin nirxandin û got ku hunermend Aram Tîgran koçkiriye lê xebatên wî hê di bîr û baweriyên wan de zindî ne.

Zagros her wiha destnîşan kir ku hunermend Aram Tîgran nêzî 230 stranên bi zimanê kurdî gotine. Zagros diyar kir ku 3 hêviyên hunermend Tîgran hebûn ku dixwest pêk werin, yek dîtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû, duwem lidarxistina şehiyê di navîna Amadê de bû û ya sêyem jî li bajarê Amedê ya Bakurê Kurdistanê bê spartin.

Piştî axaftinên merasîma bîranînê bi dawî bûn, endamê navenda çandê helbestvan Hemê Kobanê li ser hunermend Aram Tîgran û bajarê Kobanê, çend helbest xwendin.

(rr)

ANHA