Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hunermend Cemîl Horo hat bîranîn

EFRÎN – Hunermend Cemîl Horo li Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê di 28′emîn salvegera xwe de, hat bîranîn.EFRIN-BERANENA-HUNERMAND-CIMEL-HORO ‫(175571458)‬ ‫‬

Yekîtiya Komîna Hunermendan a girêdayî Navenda Çand û Hunerê ya Kantona Efrînê ji bo bîranîna hunermend Cemîl Horo, rûniştineke stranan li dar xist.

Rûniştin bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Endamê Navenda Çand û Hunerê Delîl Mersaz axivî, hunermend Cemîl Horo bi bîr anî û bal kişand ser rola wî di parastina çanda Kurdî. Mersaz wiha got: ″Gelê Kurd bi hunera xwe ya kevnar navdar e û di dîrokê de tevî siyasetên qirkirinê çanda xwe parastin″.

Mersaz anî ziman ku Cemîl Horo tevî hemû astengiyan xebata xwe ya hunerî domand.

Piştre jî Endamê Navendê hunermend Ebdulrehman Şawîş delalê ″Meryemê″ yê hunermend Cemîl Horo got. Hunermend û helbestvan Mihemed Welîd jî helbesteke hunermend Cemîl xweend. Her wiha hunermend Eslan Can jî strana wî ya ″Xezala min da″ got.

Di dawiyê de hemû hunermendan strana ″Elîfê″ gotin.

(mm)

ANHA