Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Husam Elûş: Federalî yekîtiya Sûriyeyê misoger dike

Dîmen

CÎHAD ROJ

NAVENDA NÛÇEYAN – Muxalifê Sûriyeyê yê serbixwe û endamê berê yê Partiya Kar a Komînîst Husam Elûş got ku cewherê projeya Federaliya Demokratîk yekîtiya Sûriyeyê ye.

Husam Elûş di 30’yê îlonê û 1’ê cotmehê de li bajaroka Rimêlan a Kantona Cizîrê beşdarî Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê bû.

Nûçegîhanên ANHA’yê girêdayî van danûstandinan, li ser rewşa giştî Sûriye û bakûrê welat, herêmên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, projeya Federaliya Demokratîk hevpeyvînek pêre çêkirin.

Hevpeyîn bi vî rengî bû:

* Hun beşdarî platformayê bûn, girîngiya danûstandinên Sûrî-Sûrî yên ji bo çareseriyeke objektîf ku di nav vê platformê de hatibû nirxandin çawa dibîne?

Ez texmîn dikim ku platforma Rimêlan gava yekê bû. Ji xwe riya herî dirêj jî bi gavekê destpê dike. Bi kapsekê hemû pirsgirêkên vî welatî ku tevlîhev bûne, çareser nabin. Li pêşiya me gelek erk û peywirên zehmet hene. Lê bi israra xwe ya pêkanîna danûstandinên aram, rexneyî, objektîf û aktîf wê bihêle ku em pêkhateyên Sûriyeyê ji vê aloziyê derxînin û nexşerêiyeke nû deynin û Sûriye li ser bingeha azadî, dadwerî û wekheviyê ava bikin.

Wekî kesekî komînîst, welatparêz û Sûrî ez bi berpirsyartiyên xwe hîs dikim ku di her xebateke ji bo welatê xwe de cih bigrim da ku dawî li vî şerê ku xizmeta me nake were yekîtiya xaka welat pêk misoger bibe. Bi rengekî nû pêkhateyên civaka Sûriyeyê mafên xwe bi awayekî wekhev li ser zemîna dewleteke piralî, demokratîk û pêşketî ku olperestî û nijadperestî têde nebe, biparêzin.

* Hun projeya Federaliya Demokratîk çawa dibînin. Gelo wekî ku hin alî dibêjin ew projeyeke parçebûnê ye?

Federaliya Demokratîk yek ji durişmeyên misogeriya yekîtiya Sûriyeyê ye. Ez dixwazim bibêjim ku yekîtiya welat esas e. Şekil ne girîng e, lê naverok û cewher girîng e, ew jî yekîtiya Sûriyeyê ye.

Ji aliyê siyasî ve Federaliya Demokratîk ji bo roja îroyîn tiştekî objektîf e. Gelo ew çawa wiha ye û çima me Federaliya Demokratîk hilbijart? Civaka Sûriyeyê gelek xerabî di nav de çûbûye. Mixabin di hundirê Sûriyeyê elewî, sunnî û durzî her yek li hemberî yê din sekinî ye. Ev ji hev qut bûne û pir kêm digihêjin hev. Ji ber ku em yek gel in, divê dîsa biratî û jiyana hevbeş vegere.

Ev şekilê federaliyê dibe ku yekîtiya me vegerîne û me rabike ser piyan, he wiha hişkiya di civaka me de kêm bike. Mixabin navendên xerbî em wekî Kurd, Ereb, Asûrî, Sunnî, Elewî, Durzî, Xiristiyan, desthilatdarî û opozîsyon li hemberî hev dan sekinandin. Her kes bi me dilîze. Israra me ya danûstrandinan û Platforma Danûstandinên Demokratîk ên Sûriyeyê dikare rê pêşiya hemû navendên xerbî, navendên Erdogan û yên paşverûtiyê ku dixwazin Sûriye parçe parçe bikin da bi hêsanî dest deynin ser, bigre.

Serkeftina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, derbaskirina şaştiyan û yekîtiya pêkhateyên civaka Bakûrê Sûriyeyê dibin stûnên projeya Federaliya Demokratîk. Ji bo em bi pêkhateyên Sûriyeyê re projeya dewleta federal nîqaş û gotûbêj bikin, têkoşîneke dirêj û danûnstandinên berfireh li pêşiya me hene.

* Gelo Kurd parçebûnê dixwazin û statoyekê ava dikin? Kî li pişt van îdiyayan disekine û armanc jê çi ye?

Pêkhateya Kurd di nava civaka Sûriyeyê pêkhateyeke resen û parçeyek ji welat me Sûriyeyê ye. Lê navendên parşverûtiyê û hêzên ku bi Tirkiye û Erebistana Siûdiyê re bûne yek hewl didin ku hemû serkeftinên mezin ku rêiya yekîtiya Sûriyeyê vedikin, reş bikin. Ez tu projeyeke neteweyî ya taybet ku bixwaze Sûriye parçe bike û jê cuda bibe nabînim. Çarenûsa me yek e. Em yek gel in. Eger em ji hev bikevin em dimrin. Hêza me di yekîtiya me de ye û divê ev yekîtî bi danûstandin û berprisyartiyan were parastin.

Divê em berê ragîhandina xwe ku hûn jî aliyek jê ne, bidin serkeftinên rasteqîne yên li Bakûrê Sûriyeyê rû didin. Ji ber ku ez li Bakûrê Sûriyeyê ez pir serfiraz im, ez hîs dikim ku 40 salî vegeriyame rojên têkoşîna azadî, rûmet û wekheviya ji bo avakirina Sûriyeya nû. Li pêşiya me gelek erk û peywirên girîng û zehmet hene.

* Li pêşiya pêkanîna projeya Federaliya Demokratîk li tevahiya Sûriyeyê, çi dibe astengî?

Li pêş me du astengiyên mezin hene, yek jê fikra neteweyî û ya din jî fikra olî. Herdu jî girtî û dogmatîk in, her yek ji wan tenê xwe dibîne. Em hewl didin, daxivin, şîrove dikin û pêşeroj jî li pêş me ye. Em hêvî dikin beriya hertiştî yekîtiya Sûriyeyê pêk were.

Fikra neteweyî êdî dema wê qediya. Em êdî fikreke nû ku jiyana me birêxistin bike ava dikin. Çi sazî û dewletek pêwîstiya wê bi sîstemeke fikrî heye. Berê fikrê neteweyî, fikrê olî, fikrê Marksî dihatin naskirin. Rewşa bi vî rengî bû…

(he)

ANHA