Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Hûsiyan ji Yemenê moşek avêtin Qesra Riyadê

NAVENDA NÛÇEYAN – Komên Hûsiyan ji Yemenê moşekeke balistî avêtin Qesra Qiralê Erebistana Siûdiyê ya li Riyadê.

Berdevkê Hûsiyan Mihemed Ebdulselam li ser Twitter’a xwe ragihand ku wan moşekeke Balistî ya bi navê Moşeka Burkan “2H” avêtiye Qesra El-Yemamê ya paytexta Erebistana Siûdî Riyadê.

Koalîsyona Erebî ya bi serkêşiya Erebistana Siûdî ragihand ku Hûsiyan ji Yemenê moşeke avêtine Riyadê û ev moşek ji aliyê hêzên wan ve hatiye xistin.

Hin çalakvanan li ser medyaya civakî wêne û dîmenên dema ku ev moşek tê xistin, weşandine.

Qesra bi navê El-Yemamê navend û buroya fermî ya Qiralê Erebistana Siûdî ye. Ev qesir dikeve aliyê herêma rojavayê paytext Riyadê.

Li aliyekî din Berdivê Komseriya Bilind a Mafên Mirovan a girêdayî Netewên Yekbûyî Robert Colville da zanîn ku di encama êrîşên 6’ê kanûna 2017’an ên Koalîsyona Erebî ya li dijî Yemenê de 136 welatiyên sivîl hatine kuştin.

(he)