Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ibrahîm Qeftan: Şervanên QSD`ê Kawayên nûjen li hember Dehaqan in

Dîmen

MINBIC – Hevserokê Meclîsa Rêveber a Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Ibrahîm Qeftan diyar kir ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û şervanên QSD`ê li Minbic û Reqqayê rola Kawayê Hesinkar li hember Dehaq dilîzin.

`Newroz ji kevintirîn munasebeyên gelên herêmê ye`

Piştî pêxistina agirê Newrozê û stranên koma Kevana Zêrîn, Hevserokê Meclîsa Rêveber a Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Ibrahîm Qeftan axivî. Qeftan di serî hatina vê rojê li hemû gelên herêmê pîroz kir û got: “Newroz ji kevintirîn munasebeyên ku gelên herêmê di dîrokê de pîroz dikin. Ev sersala gelê arî û sembola dawîkirina koletiyê û destpêka jiyana nû ye.”

`Şervanên QSD`ê rola Kawayê Hesinkar li hember DAIŞ`ê ku Dehaqê îroyînê ye, dilîzin`

Ibrahîm Qeftan destnîşan kir ku ne tenê ji gelê Arî re di roja îroyîn de ev munasebet ji hemû gelên herêmê re sembolîk e û wiha axivî: “Dikarim bêjim ku di roja îroyîn de Meclîsa Leşkerî ya Minbicê li Minbicê û şervanên QSD`ê li Reqqayê rola Kawayê Hesinkar li hember DAIŞ`ê ku Dehaqê îroyînê ye, dilîzin. Wan ji bo destpêkirina jiyanek nû li Sûriyê Newrozek nû geş kirin. Wan bi destê xwe rojek nû û Sûriyeya Demokratîk a piralî ava kirin.”

`Em bi hêvî ne ev roja nû li hemû Sûriyê bê hilatin`

Hevserokê Meclîsa Rêveber a Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê Ibrahîm Qeftan wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Deskeftiyên vê rojê bi saya berxwedana şervanên Meclîsa Leşkerî û QSD`ê û bi sedan şehîdan hatine bidestxistin. Em bi hêvî ne ev roja nû li hemû Sûriyê bê hilatin”.

Piştî axaftina Ibrahîm Qeftan, Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Rêveber  Cemîle Ehmed axivî û paşê koma şanoyê,  şanoya Newrozê pêşkêş kir.

(ne/kc)

ANHA