Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Idlib.. bazara dewletên ‘misogerkar’ e

ANALÎZ

SILÊMAN EHMED

EFRÎN – Parêzgeha Idilbê û beşekî mezin ji bajarê Idlibê di bin serweriya çeteyên Desteya Rizgariya Şamê (ku bi navê Cebhet El-Nusra tê nasîn) de ye. Niha dewletên misogeriya hepeymana Astana (Rûsya, Tirkiye û Îranê) amadekariyên êrîşekê li dijî parêzgehê dikin û di heman demê de tevlihevî li parêzgehê serwer e, nemaze eger ev êrîş pêk hat çarenûsa bi hezaran welatiyên sivîl mij û ne diyar e.

Parêzgeha Idlibê devereke stratejîk e û aliyê wê yê rojava Tirkiyeyê ye û herdu aliyên wê yên bakur û rojhilta ji aliyê hêzên rêjîm, hêzên Rûsya û hêzên Îranê ve hatiye dorpêçkirin. Her wiha aliyê wê yê bakur jî herêma Efrînê ye ku di bin serweriya Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin û hêzên şoreşger ên hevbeş de ye.

Deriyê sînorî Bab El-Hewa nêzî bajaroka Sermeda ye û di bin serweriya çeteyên Desteya Rizgariya Şamê de ye û riya sereke ya parêzgeha Idlibê ye. Piştî ku çeteyên Desteya Rizgariya Şamê di encama şerê li dijî çeteyên Tevgera Ehrar El-Şam El-Îslamiyê de serweriya deriyê sînor kir, derî hate felckirin û ji aliyê Tirkiyeyê ve carinan tê vekirin û carinan jî tê girtin.

Herêmên di bin serweriya YPG’ê de ne “Herêma Efrînê” deriyê duyemîn ji parêzgeha Idlibê re ye û ji ber ku herêma Efrînê herêmeke çandiniyê ye bi riya deriyê Xezêwiyê ya li nêzî keleha Semanê ya li başûrê herêma Efrînê madeyên sereke derbasî parêzgeha Idlibê dibin, nemaze gelek nexweşên parêzgehê ji bo xwe îlac bikin berê xwe didin nexweşxaneyên herêma Efrînê û li vir tên dermankirin.

Hinceta Rûsya ya destwerdana Idlibê

Çeteyên Desteya Rizgariya Şamê (Cebhet El-Nusra) tavilê destpêkirina şerê “Ey Bawermendên Xweda li ber xwe bidin” li gundewarê bakurê Hemayê di 19’ê Îlonê de ragihand. Mosko jî ev ragihandina şer weke hincet girt dest û êdî rojane bajar û gundewarê Idlibê bombebaran dike. Bombebaran Rûsya li piraniya bajar û bajarokên parêzgehê pêk hat, bombebarana herî dijwar jî li deverên sînorê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de bû, ango “Cisir Şixor, Harim û Ermenaz” li van deveran jî komkujî pêk hatin.EFRIN-REWSA-IDLEB1 ‫(1)‬ ‫‬

Cara yekemîn piştî 63 salan balefireke şer a Rûsyayê SU-24 di sala 2015’an de ji aliyê endamekî NATO’yê Tirkiyeyê ve tê xistin û asta hêrsbûna leşkerî di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de di wê demê de gelekî bilind bû. Lê piştî ku Tirkiyeyê opozîsyona Sûriyeyê firot, di nava şev û rojekê de têkliyên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de gelekî baş bûn.

Piştî normalîzekirina têkliyên Rûsya û Tirkiyeyê êdî balefirên Rûsya ezmanê Tirkiyeyê jî bi kar tînin û cara yekemîn ji destpêka aloziya Sûriyeyê ve balefirên Rûsya ji ezmanê Tirkiyeyê herêmên Idlibê bombebaran kirin û di encamê de bi dehan welatiyên sivîl û leşker di van rojên dawî de hatin kuştin û bi dehan birîndar bûn.

Asayîşa Tirkiyeyê li Idlibê belav bûye

Belavbûna leşkerî ya Tirkiyeyê li ser sînorê bi Idlibê re di heman dema bombebarana balefirên Rûsya li dijî parêzgehê bû. Her wiha ev belavbûn piştî serdana Viladîmêr Potîn a li Tirkiyeyê di pêncşema borî de pêk hat, ku di hevdîtina serokê Tirkiyeyê Receb Tayyîp Erdogan û hevpîşeyê wî Potîn de dosya Sûriyeyê û bi taybet Idlib di ajandeya sereke bû.

Tirkiyeyê di van demên dawî de piştî şerê di navbera çeteyên Desteya Rizgariya Şamê û çeteyên Tevgera Ehrar El-Şam de sînorên xwe xurt kirin û artêşa xwe bi çek û lojestîkê li deverên sînor belav kirin. Hin ajansên nûçeyan destnîşan kirin ku Asayîşa Tirkiyeyê di Idlibê de bi cih bûne, lê deverên ku têde bi cih bûne diyar nekirin. Hin çavkaniyên taybet jî diyar kirin ku Asayîşa Leşkerî ya Tirkiyeyê li deverên sînor ango 3 heta 5 km derbasî axa Sûriyeyê bûne.

Li gorî hevpeymana dawî ya Astanayê hêzên Îranê, Rûsya û Tirkiyeyê dê çavdêriya herêmên kêmpevçûn li parêzgeha Idlibê bikin. Her wiha Asayîşa Leşkerî ya Îranê jî dê li parêzgeha Idlibê bêne belavkirin, lê Asayîşa Leşkerî  ya Rûsyayê li sê herêmên (Humis, Xota ya rojhilat û başûrê Sûriyeyê) bi cih bûne.

Bêdengiya Tirkiyeyê di encama lihevkirinên di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de ya girêdayî parêzgeha Idlibê ye û hêjî diyardeyên wê mij in. Li aliyê din jî metirsiya heman senaryoya taxên rojhilatê Helebê li Idlibê tê jiyan kirin dema ku Tirkiyeyê evan taxên rojhilatê Helebê radestî rêjîma Sûriyeyê û Rûsyayê kirin.

Gelek çavdêr diyar dikin ku ne pêkan e senaryoya Helebê li Idlibê jî pêk were ji ber ku ew li ser sînorê Tirkiyeyê ye û hejmareke mezin ji welatiyan têde bi cih bûne. Ev belavbûna leşkerî ya Tirkiyeyê li ser sînorê Sûriyeyê diyar dibe ku ew amadekariya balefirên Rûsyayê bike û herêmê ji destên çeteyên Desteya Rizgariya Şamê derbixînin.

Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî rêjîma Sûriyeyê jî propagandeya şerê Idlibê dikin û diyar dikin ku “Hêzên Eşîrên Idlibê” hatiye avakirin û banga tevlîbûna vê hêzê bi zora pereyan dikin ango ji bo her kesekî dê 100 hezar lîreyên Sûriyeyê mehane weke mûçe bidin. Ev mijar jî dibe ku bi dehhezaran welatiyên sivîl ber bi Tirkiyeyê ve koçber bibin, ev yek jî ne li gorî daxwaza Enqereyê ye ku ev nêzî du sal in sînorên xwe gelekî xurt kirine.

Di çarçoveya lihevkirinên siyasî û leşkerî di navbera aliyên têkldar de, çarenûsa bi sedhezaran welatiyên parêzgeha Idlibê ne diyar e û ditirsin ku weke amûrekî lihevkirinê bêne bikaranîn. Niha di encama van geşedanan de li parêzgehê tevliheviyek serwer e, nemaze rewşa mirovahî û jiyanî ya bi hezaran welatiyan tê paşguhkirin.

(jh)

ANHA