Têkilî | Derheqê me de
ANHA

IlhamEhmed: Divê ciwan pêşengtiya civakê bikin

KOBANÊ- Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Ilham Ehmed di merasîma bidawîkirina dewreya perwerde ya ciwanan axivî û got: ʺDivê ciwan pêşengiya civakê bikin.ʺKOBANE-BIDAWIKIRINA-DEWRE-YA-LI-EKADIMIYA-SEHID-XEYIRI-KATO ‫(210829825)‬ ‫‬

Akademiya Şehîd Xeyrî Kato ya Yekîtiya Ciwanên Rojava (YCR) yekemîn dewreya xwe ya perwerde bi dawî kir. Dewre bi beşdarbûna 22 ciwan ji kantona Kobanê hate lidarxistin.

Qada Akademiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşeran, alên YCR`ê hatibû xemlandin. Her wiha pankarta bi nivîsên  “Bi têkoşîna şoreşgerî em ê dagirkeriyê parçe bikin û Rêber APO rizgar bikin” hatibû daleqandin.

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Ilham Ehmed, Rêveberiya Yekîtiya Jinên Ciwan Rûheyv Agirî û bi dehan ciwan di merasîma dawîkirina dewreyê de amade bûn.

Piştî ku merasîma leşkerî hat lidarxistin Hevseroka MSD`ê Ilham Ehmed axivî û wiha got:ʺ Ciwan pêşengên civakê ne. Bi taybet li Rojava xwediyê rolekî mezinin ji ber vê yekê ji aliyê hêzên ku êrîşî Sûriyê dikin, hedef têne girtin. ʺILHAM EHMED

Ilham Ehmed di berdewamiya gotinên xwe de got ku divê ciwan bi berpirsyar nêzî civakê bibin û di rêxistinkirin û pêşxistina civakê de pêşeng bin.

Piştî ku axavtina Hevseroka MSD`ê Ilham Ehmed bi dawî bû şahî hat lidarxistin. Ciwanan di şahiyê de şano û awaz pêşkêş kirin û govend gerandin.

Dewreya şehîd Sekvan Andok 45 rojan berdewam kir û di perwerdeyê de waneyên li ser dîroka kurdistanê, Netewa Demokratîk, jineolojî, fedraliyet û fêrbûyîna bikaranîna çek hatin dîtin.

(np)

ANHA