Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ilham Ehmed: Emê piştgiriya şêniyên Reqayê bikin

Dîmen

Dîmen: Ilham Ehmed: Emê piştgiriya şêniyên Reqayê bikin

ÊYN ÎSA- Hevseroka MSD’ê Ilham Ehmed di Formaya Reqayê de axivî û got ku ew ê piştgiriyê bidin Meclîsa Sivîl a Reqayê û hemû şîniyên herêmê da ku bajarê xwe ava bikin. Ilham Ehmed da zanîn ku sîstema Fedraliya Bakurê Sûriyê tekane sîstema ku riya çareserkirina aloziya Sûriyê ye û got ku bi vê sîstemê wê dawî li şerê Sûriyê were.

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Ilham Ehemed di Forma Reqayê ku li Eyn Îsa ya kantona Girê Spî tê lidarxistin de axivî û got ku civîna ku tê lidarxistin di çarçoveya amadekariya dema piştî rizgarkirina bajarê Reqayê pêk tê ûwiha dom kir: “Qonaxa piştî rizgarkirinê ya herî girînge. Ji ber bi sedan ciwanan canê xwe ji bo rizgarkirina bajarê Reqayê dan û gelê xwe ji çeteyan rizgar kirin.”

Ilham Ehmed her wiha da zanîn ku MSD’ê wê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin şêniyên Reqa û meclîsa Sivîl a Reqayê da ku bajarê xwe ava bikin û wiha dom kir: “Em ê berpiryariyên xwe ji bo çete careke din venegerin bajar pêk bînin. Wê şêniyên Reqyaê bi îradeya xwe û bi awayekî hevbeş û demokratîk rêveberiya herêmên xwe bikin.”

Ilham Ehmed di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser rola jin û ciwanan û wiha dom kir: “Rola avakirina civakê û pêşxistina wan a li ser esasê edaleta civakî ya li bajarê Reqayê herî zêde dikeve ser milê jin û ciwanan. Ji ber ew hêza sereke ya rêxistinkirina civakê ne.”

Ilham Ehmed her wiha destnîşan kirin ku çeteyên DAIŞ’ê û hemû hêzên terrorist siyaseta parçekirina civakê di xebatên xwe de esas girtin û wiha dom kir: “Ji bo siyasetên xwe pêk bînin,civak ji hev xistin. Bi vê yekê herêm xistin bin destê xwe. Em di riya pirojeyên xwe yên demokratîk re civaka herêmê bi rêxistin kirin. Êdî civak dikare bi hêza xwe rêveberiya xwe bike û pêwîstiya civakê bi hêzên derve nîne.Me wekî MSD’ê karîbû têkiliya di navbera civakên herêmê de vegerîne û pêş bixin.”

Hevseroka MSD’ê Ilham Ehmed her wiha da zanîn ku ev forma tê lidarxisitn bersiva herî baş ji kesên ku dibêjin kurd li Reqayê çi dikin û wiha dom kir: “Ev kombûna we nîşana yekîtiya di navbera hemû gelê herêmê deye. Isbat bûye ku sîstema fedraliya demokratîk guncaw a çareserkirina aloziya Sûriyê ye û bi vê yekê dê dawî li şer û aloziya kûr ya li herêmê were. Pirojeya me hemû kesî himbêz dike.”

Hevseroka MSD’ê di dawiya axaftina xwe de jî got ku şêniyên Reqayê û hemû gelê Sûriyê hêjane ku li ser esasê jiyana hevbeş û bi rumet jiyan bibin û wiha got: “Di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê gelek fedekarî hate dayîn. Îro jî civak xwe birêxistin dikin. Banga min ji hemû hêzên demokratîk re ew ku di xebatên jinûve avakirina Reqayê de pişgiriyê bidin Meclîsa Sivîl a Reqa û şêniyên Reqayê.

(dc)

ANHA