Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ilham Ehmed: hevpeymana sê-alî li dijî berjewendiya gelê Sûriyeyê ye

HOGIR NECAR

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Ilham Ehmed diyar kir ku lihevkirinên di navbera Tirkiye, Îran û Rûsyayê de pêk hatine dijberiya berjewendiya gelê Sûriyeyê dike, ji ber ku evan lihevkirin serweriya li ser Sûriyeyê li gorî berjewendiyên dewletên herêmî parve dike û got ku Tirkiye bi hestên welatiyên Sûriyeyê dilîze da ku serweriya xwe li ser Idlibê ferz bike.

Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Ilham Ehmed destnîşan kir ku Tirkiye di bin navê herêmên kêmpevçûn de ji biryarên Astana sûd werdigire û serweriya xwe li hin herêmên bakurê Sûriyeyê ferz dike û dagirkeriya wê li Idlibê weke rêbazekî ji bo bigihêje herêma Efrînê bikar tîne. Ilham Ehmed got ku armanca Tirkiyeyê ya sereke ew e ku herêma Efrînê dagir bike û herdu herêmên Ezaz û Idlibê bigihîne hevûdu.

Ilham Ehmed di berdewama axaftina xwe de got ku gava duyemîn a dagirkeriya Tirkiyeyê ew ku vê herêmê ango ji Cerablûsê ber bi Idlibê û heta çiyayê El-Zawiyê li nexşeya xwe ya siyasî zêde bike, weke ku beriya niha herêma Îskenderonê li nexşeya Tirkiyeyê zêde kiriye.

Ilham Ehmed destnîşan kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê li Idlibê dê encamên siyasî û leşkerî derbixîne, di aliyê siyasî de Tirkiye hewl dide hikûmeta koalîsyonê ji nû ve aktîf bike da ku li ser rêjîmê careke din ferz bike, piştî ku di xewa ber mirinê debû. Di aliyê leşkerî de jî dê hewl bide destwerdana karûbarên hundirîn ên Sûriyeyê bi awayekî berdewam bike.

Ilham Ehmed got ku dagirkeriya Tirkiyeyê dê alîkariya xwe bi komên çekdar re di hundirê Sûriyeyê de berdewam bike da ku çarçoveya serweriya xwe firehtir bike û ji bo parastina berjewendiyên xwe dê her tim gefan li Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Bakurê Sûriyeyê bixwe.

Girêdayî hevpeymana Rûsya û Tirkiyeyê de Ilham Ehmed da zanîn ku Rûsya bawer dike ku ew ê karibe zextê li Tirkiyeyê bike û dema Tirkiye destdirêjiyê bike dê karibe pêşiya wê bigire û wiha domand: “Rûsya xwe dide jibîrkirin ku ti rewatiya wê li ba beşekî mezin ji welatiyên Sûriyeyê yên rikberiya rêjîmê dikin tune ye, nemaze ji ber ku di çarçoveya bernameya rêjîma Sûriyeyê de tevdigeriya.”

Ilham Ehmed got ku Tirkiye ji vê dosyeyê sûd werdigire û ji bo berjewnediyên xwe biparêze bi hestên welatiyên Sûriyeyê dilîze û hevkariya Îranê li dijî Kurdan dike û ev tişt anîn ziman: “Tirkiye dixwaze Îranê li dijî Kurdan di Sûriyeyê de jî bide şerkirin.”

Di derbarê hevpeymanên di navbera Cebhet El-Nusra û Ehrar El-Şam de Ilham Ehmed bi “şanogeriyekê” bi nav kir û axaftina xwe wiha domand: “Hevpeymanên wan bi Tirkiye û Îranê re jî hene. Evan hevpeyman hemû li dijî berjewendiyên gelê Sûriyeyê ne. Nemaze ji ber ku bi riya van hevpeymana serweriya li ser axa Sûriyeyê di nava van hêzên herêmî de tê parvekirin.”

Ji bo rê li pêşiya vê dagirkeriya Tirkiyeyê di axa Sûriyeyê de were girtin, Hevseroka Meclîsa Sûriya Demokratîk Ilham Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyên Sûriyeyê û bi taybet welatiyên Bakurê Sûriyeyê kir ku helwesta xwe li dijî çalakiyên Tirkiyeyê û dagirkeriya wê nîşan bidin.

(jh)

ANHA