Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Îlham Ehmed: Li Sûriyeyê rewşeke nû derdikeve holê

NAVENDA NÛÇEYAN – Îlham Ehmed got:” Li Sûriyeyê rewşeke nû derdikeve holê. Di nava heft salên dawî de gelek tişt guherîn. Çand û psîkolojiya gel, erdnîgarî, siyaset; mirov dikarin bêjin her tişt hatin guhertin. Lê belê rejîmê nêrîna xwe neguherand. Lewma dibe ku ev bibe sedem ku rejîm li bin guhê felaketekê bikeve.”

Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed, rewşa dawî ya li Sûriyeyê ji rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî re nivîsand.

Nivîsa Îlham  Ehmed wiha  ye:

“Li qada navneteweyî, rejîma Baas hê jî meşrû tê dîtin. Rûsya û Îran bi rengekî bê sînor desteka xwe ya ji bo rejîmê didomînin. Rejîm bi rêya vê piştgiriyê li ser piyan dimîne. Her wiha bi saya komên ku xwe weke mûxalefetê nîşan didin, rejîm li herêmên lê ye serdest e. Bi lihevkirina siyasî û leşkerî ya bi Tirkiyeyê re ev pêk hat. Bi hevkariya Tirkiye, Îran, Rûsyayê ev herêmên bê şer ava bûn. Hêza ku herî zêde ji vê planê sûd wergirt û herêma xwe berfireh kir, rejîm e. Bi vê planê re rejîm car carna hewl dide têgihiştineke bi vî rengî biafirîne: Tevî kontrolkirina van deveran, ez ê herêmên din ên ji dest derketine jî bigirim û mîna berê kontrol bikim. Dixwaze vê nêrînê bixe nava gel.

Bêguman rejîm dema vê dike, hin tiştan ji bîr dike. Li Sûriyeyê rewşeke nû derdikeve holê. Di nava heft salên dawî de gelek tişt guherîn. Çand û psîkolojiya gel, erdnîgarî, siyaset; mirov dikarin bêjin her tişt hatin guhertin. Lê belê rejîmê nêrîna xwe neguherand. Lewma dibe ku ev bibe sedem ku rejîm li bin guhê felaketekê bikeve. Nêrîna li bûyeran a bi berçavkên berê û nirxandina bûyeran li ser vê bingehê, wê rê li ber şaşitiyên mezin veke. Li şûna ku gefê li Kurdan bixwe, dikare projeya Federaliya Bakurê Sûriyeyê erênî binirxîne û guh bide dengê gelan. Hin herêm, ji ber ku neketine nava federaliyê  bêzar in. Dibêjin ew jî dixwazin tevlî federaliyê bibin. Di dîroka Sûriyeyê de cara yekê yek ku gel ji bo azadiyê dikeve nava liv û tevgerê û dengê xwe bilind dike. Li gel vê yekê rejîm çi dike? Çûn û hatina gel qedexe dike. Nahêle ku gel ji bajarên di bin kontrola xwe de yên weke Şam û Lazkiyeyê bê bajarê Qamişlo, Bakurê Sûriyeyê.

Ji bo derewên wan dernekevin holê dibêjin, Kurd Sûriyeyê parçe dikin, Ereb di bin zordariya Kurdan de dijîn û propagandayên bi vî rengî qedexeyê datînin pêşiya liv û tevgera gel. Bi rêya hin kesan gefê li Kurdan dixwin. Dixwazin di navbera Kurd û Ereban de şer derxînin. Bi taybetî bi Erebên Sûnî re. Ji wan heye ku di şerekî bi vî rengî de zerar wê tenê li Kurdan bibe, lê ew jî şaş e. Ji ber ku li Bakurê Sûriyeyê guhertineke mezin heye û hevsengiyên siyasî guherîne. Li şûna ku bi zîhniyeta êrîşkariyê tevbigere, ya rast ew e li rê û rêbazên çareserkirina krîzê bigere û bi vî rengî tevbigere. Di rewşeke berevajî de, eger tevlîhevî derkeve dibe ku ew jî biqede û derfeteke mezin bikeve destê kesên dixwazin Sûriyeyê parçe bikin ku karibin planên xwe bi hêsanî bi cih bînin.

Eger Rûsya û Îran piştgiriya xwe ya ji bo rejîmê vekişîne, wê çi bibe? Bi biryarekê dikarin meşrûiyeta rejîmê ji holê rakin. Yekîtiya Ewropa dikare vê bike. Ev dibetî her tim heye. Eger ev bibe, Rûsya û Îran dikarin bi lez û bez piştgiriya xwe ya ji bo rejîmê bisekinînin û hingî lêdana li rejîmê wê asayî bibe. Ji ber vê yekê, gavên ji bo guherîn û veguherînê werin avêtin wê bi kêrî gelê Sûriyeyê werin. Ji bo rejîmê jî wê encamên erênî bi xwe re bîne. Di vê pêvajoya guherîn û veguherînê de ne şaş e ku Kurd bibin xwedî maf. Ev yek wê Sûriyeyê xurt bike û bike yek. Wê Sûriyeyê demokratîk bike û bike ku gel bi awayekî azad bijîn. Ev Sûriyeyê qels nake, berevajî wê xurtir bike, wê dewlemendtir bike.

Ji bo rejîm van gavan biavêje hin derfet hene. Federasyona Bakurê Sûriyeyê û Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê, amade ye bi rejîmê re li ser her mijarê biaxive û muzakere bike. Nêzîkatiyeke şaş a li Kurdan wê rê li ber nerazîbûneke mezin veke û bibe sedem ku rejîm her tiştî ji dest berde. Rejîm ji destpêka krîzê û vir ve siyaseteke zirav û baldar dimeşîne, lê belê kirina şaşitiyekê re dikare her tiştî winda bike. Li dijî Kurdan meşandina siyaseta Tirkiyeyê xefikeke mezin e. Tirkiye dixwaze li Sûriyeyê polîtîkaya xwe bimeşîne. Lê belê ev yek polîtîkayeke îflasê ye. Pêwîste rejîm dersê ji vê derxîne. Ji ber vê jî divê serî li rêya diyalogê bide ku rêya herî rast a çareseriyê ye. Gelê Sûriyeyê daxwaza çareseriyê dike. Naxwaze şerekî din biqewime. Gel ji xwe ji şer reviya ye. Sûcekî gelekî mezin e ku gel careke din bixe nava heman rewşê. Ya rast ew e ku guh bide dengê gel.”

(kc)