Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Îlham Ehmed: Şaştiya mezin vekirina riya derbasbûna Tirkiyê bû

Dîmen

KENDAL CÛDÎ – DICLE EHMED

NAVENDA NÛÇEYAN – Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed diyar kir ku pêşketina Tirkiyê li Şehbayê û mijara dagirkirina Babê, Operesyona Rûsî li Idlibê û êrîşa mezin a hêzên Rejîma Sûriyê li Helebê, peralelî hevûdin di çarçoveya lihevkirinekê de pêk tên.

Hevseroka MSD’ê Îlham Ehmed di hevpeyvîneke taybet a li gel ANHA’yê geşedanên dawî yên di dosyayên Şehba û Reqqayê de nirxandin.

Hevpeyvîn wiha ye:

Pêşveçûnên di dosyaya Şehbayê de

* Pêşketina Tirkiyê li Şehbayê û mijara dagirkirina Babê, Operesyona Rûsî li Idlibê û êrîşa mezin a hêzên Rejîma Sûriyê li Helebê, peralelî hevûdin çawa dikarin bên nirxandin?

Ev rêzikeke ku ji roja ketina Tirkiyê ji Cerablusê re dest pê dike û heya niha dizîvire. Dagirkirina Tirkiyê ji xaka Sûriyê re ji xwe ber çênebû, diyar bû li hevkirinek hebû. Rûsya û rejîmê beramberî radestkirina Helebê û derxistina çeteyan, bêdeng bû.

Li Babê jî heman çerx dizîvire. Hîna Tirkiye û çeteyên xwe neketine Babê, em nizanin ger têkevin jî wê helwest çi bin. Lê diyar e hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina Babê cidî ne. Tê gotin ku lihevkirin li ser vî esasî çêbûye, Tirkiye Babê ji DAIŞ bîstîne û radestî rejîma Baas bike. Lê di vir de xapandinek pir mezin heye. Tirkiye, rejîma Sûriyê û Rûsiyê hevûdin dixapînin. Rêjîm, Rûsya û Tirkiya wisa difirkirin ku bi dagirkirina Babê re, ew ê sîstema federaliyê têk bibin. Lê ger federalî çênebû jî, di encamê de Tirkiye firehiyek mezin ji Sûriyê dagir kir. Bila rejîm baş bizanibe ku Şam jî di vê rêzikê de di nava metirsiyê de ye.

Pêşketina Tirkiyê li Şehbayê, şerên Idlibê û Helebê peralelî hevûdin di çarçoveya lihevkirinekê de pêk tên. Lê lihevkirina van hêzan ne stratejîk e, ango demkî ye. Ew ê tekez li vê herêmê di xalekê de berjewendiyên wan tersî hevûdin bên û ewê hêzên wan bên pêşberî hev. Wê demê ew ê rastiya van lihevkirinan derkeve holê û şerek mezin rû bide. Heya kengî ew ê karibin bazarên xwe bidomînin.

* Hêdî hêdî hêzên ku heya niha bi riya komên din şerê wekaletê dikirin, tên pêşberî hev e. Gelo mumkine li derdora Helebê di navbera Rûsiya, rêjîm û Tirkiye û Koalîsyonê de şerek rû bide?

Ji xwe yê niha digere şerê cîhanê yê sêyemîn e. Lê ihtîmalek mezin heye ku li derdora Babê ev şer dijwartir bibe. Hêzên ku heya niha bi wekaletê li dijî hevûdin şer kirine, êdî wê werin pêşberî hevûdin. Ger ev şer dest pê bike, zû bi zû bi dawî nabe. Lewra rêjîm pir lêz dike ku Helebê bixe bin serweriya xwe de û hebûn xwe li wir misoger bike.

* Heya niha Koalîsyona Navnetewî ji vê dagirkeriyê re bêdeng bû. Lê duh berdevkek wan ragihand ku Koalîsyon destek nade dagirkirina Tirkiyê ji Babê re. Ev mesaj rê li ber çi vedike?

Daxuyaniyek bi vî rengî baş e. Herî kêm gumana ku Koalîsyon destek dide vê dagirkeriyê ji holê rabû. Mesajek hişyariyê jî gihand Tirkiyê ku ew li hember vê gavê ye. Lê dîsa tenê daxuyanî têrê nake, lewra pêwîst e helwestek bihêtir zelal bê dayîn. Ji roja yekem ku Koalîsyonê rê vekir da ku Tirkiye xaka Sûriyê dagir bike, şaştî kir. Pêwîste niha vê şaştiya xwe sererast bike. Ji bo herêmê ber bi şerekî mezin ve neçe, ev pêwîstiyek jêneveger e.

* Bangên şêniyên vê herêmê yên “Bila QSD’ê me rizgar bike”bê navber hebûn. Çima heta niha hêza we ber bi wê herêmê ve neçûye, yanî astengî çi ne?

Hewldanên hêzên me bê navber hene ku bi hawara gelê Şahbayê ve were. Wisa ne hêsane ku hêzên me derbasî vê herêmê bibin. Qadeke wiha ye ku hevsengiyên siyasî yên navnetewî lê serwer in. Lê belê, ger hêzên Tirkiyê ewqas dereng man ta gihiştin Babê, ev ji ber berxwedana hêzên me pêk hat. lê ji bo hawara vî gelî dibêjim, heya niha bê navber hewldanên me yên rizgarkirina wan hebûn û ew ê ranewestin jî û dê her hebin.

* Tirkiye bi vê dagirkeriya xwe re heya niha 202 gundên Kurdan li herêma Şahbayê dagir kirine. Ji van deveran agahî tên ku Tirkiye malên kurdan dirûxîne, şêniyên resen ji herêmê derdixîne û li şûna wan tirkumen û kesên ji Asyaya Navîn li vir bicih dike. Ev hewldan herêmê dibin ku derê?

Eşkere ye, Tirkiye dixwaze demografiyeya herêmê biguhere. Ev projeyek metirsdar û pir xeternak e. Dema ku dewleta Tirk Cerablus dagir kir, yekser meclîsa Koalîsyona Niştimanî ji hev xist û li şûna wê meclîsek ji tirkumenan ava kir. alên xwe û wêneyên Ataturk li cihên cameweriyê daliqandine. Niha Cerblusê bûye bajarekî Tirkan. Çawa ku Tirkiye Lîwa Iskenderon dagir kir, (kurdên wê derxistin û avêtin çiravên Wanê, li şûna wan Tirk bicih kirin), ev rewş ji bo Cerablus jî derbasdar e.

Dosyaya Reqqayê û pêşveçûnên siyasî

* We ji bo destpêkirina hemleya Reqqayê şertên weke bi şandeyeke serbixwe tevlî civîna Cenevê bibin, desteka çekên moderin bigihêje QSD û sîstema federal bê naskirin, danîbûn holê. Pêngavek mezin ji hemleya Reqqayê derbas bû, gelo tu pêşveçûnên siyas di çarçoveya şertên we de rû dan?

Hemleya rizgarkirina Reqqayê nû dest pê kiriye. Heya niha tu nîqaş çênebuye derbarê vê mijarê de. Piştî Donald Trump bû seroka Amerîkayê, De Mistora daxuyaniyek da û xwest danûstandin ji nû ve dest pê bikin. Lê em jî ne di vê baweriyê de ne ku ev karê dîplomasî bi hêsanî bimeşe. Lê ya esas ewe ku, em bawer in di encamê hemleya Reqqayê de, ew ê di aliyê siyasî de guherînên mezin ên erênî ji herêmê re pêk werin.

(ne)

ANHA