Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Îna azeran li Qamişlo hat pîrozkirin

QAMIŞLO – Xiristyanên bajarê Qamişlo Îna Azeran Îna mezin) pîroz kirin. Find li kolan û li pêşiya deriyên Kinîseyan pêxistin. Hêzên Asayîşê jî ji bo parastinê di nava liv û tevgerê de bûn.QAM-INA-ESE ‫(223478274)‬ ‫‬

Di çarçoveya şahiyên Cejna Qiyametê ku rastî roja yekşemê ango sibe tê de, xiristyanên bajarê Qamişlo  îna Azeran pêroz kirin. Li gor baweriya xiristyanan di roja înê ya dikeve pêş Cejna Qiyametê de Hezretî Mesîh xistin çarmîxê de û hat definkirin. Di vê rojê de nimêj û duayên kinîseyê bênavber bi dirêjahiya rojê didomin.

Di saetên êvara roja înê de, xiristyanan li kolanan û li pêşiya deriyên Kinîseyan findan pêdixin û selîbên bi cawê reş hatiye pêçandin datîn in. Ev yek jî nîşana şîn û xemgîniyê ye.

Xiristyan li kinîseyan kom dibin û merasîmên olî lidar dixin. Li Kinîseya Mar Yeqûb a li navîna bajarê Qamişlo jî di saetên êvarê de şênî kombûn û cilên Şemasîn (cilên oxirkirina cenazeyan) li xwe kirin û merasîmên olî gotin.

Hêzên Asayîşê , Sutoro û Hêzên Têkoşîna li dijî terorê ji bo parastina Kiristyanên pîrozbahiya roja Îna Azeran di nava li vû tevgerê de bûn, di vê çarçoveyê de, xalên kontirolê li deriyên ketina taxên xiristyanan danîn û derbora wan parastin.

Tê zanîn ev în bi gelek navan wek “îna reş, îna baş, îna pîroz, îna azeran û îna cejna El-Fisih” di nava xiristyaniyan tê zanîn.

(rr/dc)

ANHA

QAM-INA-ESE ‫(1)‬ QAM-INA-ESE ‫(1)‬ ‫‬