Têkilî | Derheqê me de
ANHA

IOM: Di 7 mehan de 2 hezar û 442 penaber jiyana xwe ji dest dan

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî IOM’ê li Deryaya Spî ji destpêka vê salê ve 2 hezar û 397, li Egeyê jî 45 penaber mirine.

Rêxistina Koçkirinê ya Navnetewî (IOM) li Cinêvê bi daxuyaniyekê derbare mihacirên ku ji destpêka vê salê ve li Deryaya Spî û Egeyê mirine agahî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji destpêka vê salê ve tenê li Deryaya Spî 2 hezar û 397 penaberan jiyana xwe ji dest dane. Li tevahiya dinyayê heta niha 3 hezar û 408 penaberan jiyana xwe ji dest dane.

IOM’ê diyar kir penaber herî pir li peravên Italyayê dimirin. Heta 30’ê Tîrmeha 2017’an li peravên Italyayê 2 hezar û 221 û li peravên Spanyayê jî 120, li peravên Tirkiyê û Yewnanîstanê, li Egeyê 45 penaber mirine.

Di îstatîstikan de tê gotin piraniya penaberan bi kelekên ne ewle di rêya Ewropayê de jiyana xwe ji dest didin. IOM`ê  got ji bo penaberan devera herî taloke Deryaya Spî ye.

(kc)