Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Iraq ji Kerkûkê xeta petrolê dikişîne Tirkiyeyê

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezareta Petrolê ya Iraqê, ragihand ku ew amadekariyan dikin ji Kerkûkê xeta petrolê bikişînin berava Cîhan a Tirkiyeyê.

Wezareta Petrolê ya Iraqê bibîr xistiye ku dê xeteke nû a boriyan li şûna xeta kevin a xirabûyî ya Kerkûk-Cîhan ava bike.

Tê payîn ku xeta nû ji bajarê Bêcî dest pê bike û hetanî herêma Deriyê Fîşxabûrê yê sînor ê bi Tirkiyeyê re, dirêj bike.

Berdevkê wezaretê Asim Cîhad gotiye ku “Wezîrê Petrolê Cebar Elî El-Leiyîbî ji şîrket û navendên têkildar ên di wezaretê de xwestiye ku kaxezên teybet bi boriya nû ya petrolê amade bikin.

Dê ev xeta petrolê li gorî sîstema B.O.T ji Bêcî heta Fîşxabûrê were kişandin, da ku petrola xam ji Kerkûkê ji bo berava Cîhan a Tirkiyeyê were şandin.

Xeta petrolê ya Kerkûk-Cîhan di sala 2014’an de kete bin destê çeteyên DAIŞ’ê. Piştî ku hêzên Iraqê ew herêm ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin, êdî dixwaze dîsa xeta petrolê bikişne Tirkiyeyê.

(rr/he)

ANHA