Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Îraqê ji Tirkiyê dixwaze ji xaka wê derkeve

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrê Derve yê Iraqê ji Dewletên Ereban xwest ku fişarê li Tirkiyê bike da ku Tirkiye hêzên xwe ji Iraqê bikşîne.

Di civîna  Wezîrên Derve yê Ereban ku li Navenda Yekîtiya El-Ereban a li Qahîrê tê lidarxistin, , Wezîrê Derve yê Iraqê Ibrahîm Ceferî ji hemû welatên ereban daxwaz kir ku piştgirî bidin wan da ku fişarê  li Tirkiyê zêde bikin ku hêzên xwe ji xaka Îraqê vekşîne.

Ceferî her wiha got ku geşedan û pêşketinên gerim ku li Îraqê têne jiyankirin bala hemû cîhanê kişandiye û destnîşan kir ku pêwîste ev yek zêdetir bi bandor be û welatên ereban bikşîne.

Wezîrê Derve yê Îraqê Îbrehîm Ceferî her wiha got ku pêwîste ereb bi qîrîneke bi hêz û yekser biaxivin û dengê xwe bilind bikin.

(kc/dc)