Têkilî | Derheqê me de
ANHA

Ismet Şêx Hesen: Têkçûyîna DAIŞ a yekem ji Kobanê dest pê kir

MIZGÎN ELÎ- DICLE EHMED

KOBANÊ-Serokê Desteya Parastinê ya Kobanê Ismet Şêx Hesen diyar kir ku serkeftin û berxwedana Kobanê li dijî êrîşên 15`yê Îlona 2014`an gelek destkeftî ji bo şoreşa Rojava bi xwe re anî û bû destpêka têkbirina çeteyên DAIŞ`ê li Sûriyê û Îraqê.

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen têkildarî salvegera sêyemîn a êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê li ser kantona Kobanê ji ANHA‘yê re nirxandin kir. Şêx Hesen anî ziman ku serkeftina berxwedana Kobanê bû bingeha destkeftiniyên Bakurê Sûriyeye.

‘Bi êrîşên li ser Kobanê xwesetin şoreşa Rojava têk bibin‘

Şêx Hesen, êrîşên çeteyên DAIŞ‘ê yên îlona 2014‘an li ser Kobanê spart gelek sedeman û wiha pê de çû: “Bi belavbûna pêla buhara gelan li herêmê, gelê kurd ev derfet qezenc kir û şoreşa Rojava li dar xistin. Şoreş ji Kobanê dest pê kir, paşê çirûska wê li hemû herêmên kurdan belav bû. Şoreşa Rojava ji şoreşên kurdan ên berê ku şikestin, cuda bû. Di şoreşên berê de herî dawî dijminên kurdan destwerdan dikir, lê di şoreşa Rojava de îradeya gel esas hate girtin, dîsa jî dijmin bi hemû rê û rêbazan xwestin şoreşê têk bibin, lê planên wan bi ser neketin.”

Şêx Hesen bi bîr xist ku êrîşên li ser Rojava, ji Serêkaniyê dest pê kir, piştî têkçûna wan li herêmê berê xwe dane Efrînê û li dijî Qestel Cindo êrîş pêk anîn, paşê jî berî dane Şengalê, bi şikestina wan li Şengalê vê çarê êrîşî Kobanê kirin.

Ismet Şêx Hesen diyar kir ku çeteyan destpêkê ji aliyê Girê Spî êrîşî Kobanê kirin, êrşên wan li hember berxwedaniya lehengên mîna têkoşer Dilovan û Viyan êrîşên wan hatin têkbirin. Şêx Hesen got: “Destpêkê Cebhet El-Nusra êrîş kir, piştî şikandina wan bi salekê, çeteyên DAIŞ‘ê bi armanca ku pêta agirê şoreşa Rojava vemirînin hemeleyeke mezin li dijî herêmê pêk anî.”

Şêx Hesen sedemên ku Kobanê ketibû nava planên sereke yên êrîşên çeteyan bû wiha vegot: “Şoreşa Rojava ji Kobanê dest pê kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan caran yekem dema derbasî Rojava bû, di destpêkê de hat Kobanê. Li aliyekî din jî herêma Kobanê riya girêdana kantonên Efrîn û Cizîrê ye, ji ber van sedama çeteyan Kobanê hilbijartin da ku şoreşa Rojava têk bibin.”

‘DAIŞ çekên ji Mûsil û Lîwa 93 biribûn li dijî Kobanê bi kar anî‘

Serokê Deseteya Parastinê ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen diyar kir çeteyên DAIŞ‘ê di êrîşên xwe yên li ser Kobanê de, çek ji Mûsil û Lîwaya 93 biribûn û wiha dom da axaftina xwe: “Çeteyên DAIŞ‘ê di nava 24 saetan de ket Mûsilê û dest danî ser miqdarek mezin ji çekên giran û cebilxane. Li Eyn Îsa jî heman rewş bû, dema çekên giran û sivik û tank ên Lîwaya 93 bidest xistibûn, bi wan çekan êrîşên xwe li ser Kobanê pêk anîn.”

Şêx Hesen bal kişand ku Tirkiyê rê ji çeteyan re vekiribû da ku êrîşî Kobanê bikin û bi bîr xist ku dewleta Tirk destur da çeteyên DAIŞ‘ê ku ji aliyê Tirkiyê ve êrîşî nuqteyên Yekîneyên Parastina gel ên li gundê Silêb Qiran ê 25 kîlometreyan dikeve rojavayê Kobanê bikin.

‘Berxwedana fedayî planên wan têk birin‘

Ismet Şêx Hesen berxwedaniya şervanên YPJ/YPG‘ê li dijî êrîşên çeteyan destnîşan kir û wiha dom da axaftina xwe: “Çekên me bi kar di anî li beramberî yên çeteyan sivik bûn, lê şervanên me bi îradeyeke xurt li ber xwe didan. Li dibistana Serzorî 12 şervanên me li hember tankên çeteyan heya dawiyê şer kirin. Me bi riya telefonên bê têl ji şervana  xwestin ku vekişin, lê ji me re gotoin: Biborînin heval em venakişin, em ê ji cîhanê re isbat bikin ku wê tu kes nikaribe xaka me qirêj bike, em tu carî gav paş navêjin.” Şêx Hesen got: “Tankên çeteyan li ser benda wan dimeşiya. Bedena wan servanan bûye pira azadî û serkeftinê. “

‘Têkçûyîna DAIŞ li Kobanê bingeha têkçûna wan li Sûriyê û Iraqê ye‘

Ismet Şêx Hesen anî ziman ku şikandina DAIŞ li Kobanê bingeha têkçûyîna wan a li Sûriyê û Iraqê ye û got: “Esasê serkeftina berxwedana Kobanê firkir û ramanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Şervanên me hêza xwe ji ramanê Ocalan digirin, ji ber ku dema êrîş li ser Kobanê dest pê kir, Ocalan serferberî îlan kir, li ser vê yekê bi sedan ciwanên kurd berê xwe dane herêmê û herêm parastin.”

‘Gereke xwedî li berxwedaniya şehîdan were derketin‘

Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Kobanê Ismet Şêx Hesen diyar kir ku gelek kurd di qonaxeke dîrokê re derbas dibe ku yekem car derfetên bi destxistina azadiyê peyda  bûye, li ser vê yekê gereke bi rihê berxwedana Kobanê ku efsaneyên qerhemanî mîna şehîd Êrîş, Zozan, Gelhat, Kendal û şehîdên dibistana Serozrî, têkoşîn bi domînin û heya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û herçar parçeyên Kurdistanê xeta têkoşînê nedin sekinandin.

(bb)

ANHA